Tuesday, 17 August 2004 08:42:50
Kurdish Opera 7.54
Wergera Opera 7.54 bi alîkariya hevalê Rizoyê Xerzî niha çêtir e û nûtir e. Bi xebitandina Opera re derkete holê ku dema bername li zimanê kurdî tên wergerandin têkiliya kurdan a bi înternet û zimanê teknîk re jî xurtir dibe. Min hêvî heye ku wergerên Operayê li pey hev pêk bên û kêmasiyên me ji alî wergerên din ve werin serastkirin.
Opera di gelek waran de ji browserên din çalaktir û hêjatir e. Heke mirov vê browserê baş bi kar bîne, ez bawer dikim ku wê kar û barê mirov hêsantir û çêtir bimeşe. Ji ber ku yekemîn browsera kurdî ye jî, dê bandoreke cuda li ser bikarhênerê kurd bike.
Guhertoyên Operayê li pey hev derdikevin û divê ku guhê bikarhênerê kurd li ser vê yekê be. Lew re ew wekî darekê ye û her ku av diçe ser, şêntir û mezintir dibe, nexweşî û çewtiyên xwe serast dike û bi riya xwe ve diçe.
Silav û rêz
Rêzan Tovjîn
Amed