1999 – Li gelemperiya Tirkiyeyê hilbijartinên giştî pêk hatin. Di hilbijartinan de HADEP'ê di serî de şaredariya Amed, Batman, Çewlîg, Sêrt û Wanê, 37 şaredarî bi dest xistin.
1996 – Serokwezîrê Îsraîlê Şîmon Perez li hemberî Libnanê operasyona bi navê Tiriyê Xezebê da destpêkirin. Li kampa penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya li Kana ku dikeve başûrê Libnanê, di encama êrîşa Îsraîlê de 98 kes hatin qetilkirin. Her wiha ev roj di nava xelkê filistîniyan de weke tevkujiya Kanayê tê zanîn.