Malawî
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Malawî yan jî Komara Malawiyê, (Republic of Malawi/Dziko la Malaŵi), weletekî li başûr-rojhilatê Efrîqayê ye. Malawî bi Tanzanya, Mozambîk û Zambiya re cîran e. Gola Malawî (Gola Nyasa) ya ku li rojhilatê Malawiyê ye ji pêncî yek rûberê vî welatî digre û ji bakur ber bi başûr dadikeve. Gola Malawî sêyemîn mezintirîn gola Efrîqayê ye. Malawî di sala 1963an de ket nava Koma Gelên Îngilîz (Commonwealth) û di sala 1964an de bûye serbixwe. Aboriya Malawiyê bi piranî li ser çandiniyê ye. Herî zêde çay, titûn û şekir difroşe derve. Zimanên fermî chichewa û îngilîzî ye. Zimanên din herêmî ne.
- Zimanê fermî: chichewa, îngilîzî
- Paytext: Lilongwe
- Rûber: 118.484 km²
- Nifûs (1999): 10 640 000 kes
- Serxwebûn: 1964
- Nîşana înternetê: .mw
- Koda telefonê: +265
Pêşangeh[biguherîne]
Girêdanên derve[biguherîne]
Li Wikimedia Commons medyayên di warê Malawî de hene.
|