David M. Lee

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Lee (2007)

David Morris Lee (* 20'ê rêbendanê 1931 li Rye, New York) fizîknasekî DYAyî ye.

Jînenîgarî[biguherîne]

Di malbateke Cihû yê ku binemaliyên wan ji Brîtanya û Lîtwan hatine de jidayîkbûye. Perwerdeya xwe li zanîngeha Harvardê bidawî dike û sala 1952'î diçe peywirdariya leşkeriyê. Vegerê perwerdeya bilind li zanîngehên Connecticut û Yale dike. Li zanîngeha Cornell, wekî profesor dersdariyê dike.

Xebat û girîngî[biguherîne]

Lee di sala 1996'î de bi tevî Douglas D. Osheroff û Robert C. Richardson Xelata Nobel a fîzîkê werdigire. Bi giranî li ser fîzîka atomê, elementa Helyûm, di germahiyên mezin de rewş û polarîzasyona elementan hwd lêkolîn kiriye. Niha jî di nava komeke lêkolînvanan de, li ser elementa Helyûmê xebatên xwe didomîne.

Xelat û paye[biguherîne]

  • 1976, Sir Francis Simon Memorial Prize a British Institute a fîzîkê
  • 1981, Oliver Buckley Prize a American Physical Society, bi tevî Doug Osheroff û Robert Richardson
  • 1996 Xelata Nobel a fîzîkê
  • Endamtiya National Academy of Sciences û ya American Academy of Arts and Sciences