Andorra

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Principat d'Andorra
Mîritiya Andorrayê
Ala Nîşan
(Ala) (Nîşan)
Sirûda netewî: El Gran Carlemany
LocationAndorra.png
Zimanên fermî Katalanî


Paytext Andorra la Vella
Sîstema siyasî Demokratîk parlemenî, Mîritî
 - Serokdewlet
 - Serokwezîr
Albert Pintat Santolària
Marc Forné Molné
Rûerd
 - Giştî

468 km2
Gelhe
 - Giştî
 - Berbelavî

77.149 (2002) kes
165 kes/km2
Serxwebûn 1278
Dirav Ewro EUR
Dem UTC+1
Nîşana înternetê .ad
Koda telefonê +376
Nexşeya Andorrayê
Nexşeya Andorrayê

Andorra an jî Mîritiya Andorrayê (bi katalanî: Principat d'Andorra), dewletekî pirr piçûk li başûrî-rojava yê Ewropa, li Çîyayên Pîrenê, di navberê Fransa û Spanya yê ye. Ev dewlet di sala 1278an de gihîşt serxwebûna xwe û bi demekî dirêj gellekî feqîr û hêjar bû. Lê îro Andorra ji bona turîzmê û vergiyên kêm welatekî dewlemend e. Andorranî bi zimanê katalanî, spanî û fransî qise dikin û paytextê wan jî Andorra la Vella ye. Pîvana erdê 468 km² ye û tevayiya nifûsa dewletê 70.549 e. Ji van % 36,0 katalanî, % 40,6 spanî, % 10,2 portekîz, % 6,5 fransî û % 6,7 yên din in.

Ji bona bilindiya erdê xwe û çiyan li Andorra yê îklimekî hînik hukim dike. Meha herî germ bi 26° tirmeh û yê herî sar bi -7° şibat e.

Girêdanên derve[biguherîne]