Çavkaniya vê gotarê kêm e yan jî tune ye û ji ber vê hindê peyitandina agahiyan ne gengaz e.
Ji bo bilindkirina asta vê gotarê ji kerema xwe re çavkaniyan pê ve bike. Çi agahiya bê çavkanî be, dikare ji aliyê bikarhênerên din ve bê gumankirin, sererastkirin û valakirin. Nêrîna xwe ya di derbarê vê pirsgirêkê de li ser rûpela gotûbêja vê gotarê binivîse.
Împeratoriya Osmanî
Osmanlı İmparatorluğu
Devlet-i Alîye-i Osmânîye
دولت علیه عثمانیه Erebî, tirkî, farisî, kurdî
Osmanî bavikekî tirk ji Oxizan e, navê bavê ku navê xwe dayê vî bavikî Osman bû. Di sedsala 13'em û 14'em de wekî mîrîtiyeke biçûk li sînorên Bîzansa ku êdî lawaz bû de bi cîh bû. Di demeke kurt de li hemberî Bîzans xwe birêxistin kir û serkeftinên eskerî bi dest xistin. Dîsa bi riya siyaseta xweyî bi bavikên cîran re erdê xwe mezin kirin. Di nîşana 1453'an de Stenbol (Konstantînopolîs) bi dest xistin û kirin paytexta xwe.
Bi giştî 36 sultanên osmaniyan çêbûn. Osmanî di sedsala 16'em û şûn de êdî bi pêş neketin. Di sedsala 18'em û 19'em êdî gelekî lawaz bûn, herçend di sedsala 19'em de hewl ji bo guhertinan hatibin dayîn û reform jî hatibin kirin êdî di dawiya sedsala 19'em û di serê sedsala 20'em de Osmanî bi navê Zilamê Nexweş ê Ewropayê dihate nasîn. Ew di şerê cîhanê yê yekem de di aliyê Almanyayê de cîh digirin. Di dema şer de qirkirineke herî mezin ya cîhanê li dijî ermenî û mesîhiyên din tê pêk anîn. Piştî şer bi dawî dibe osmanî têk diçin û qedera wan dikeve destê hezên serketî yên mîna Fransa û Îngilîstanê. Piştî şerê azadixwaz yên tirkan komara Tirkiyeyê yê hate damezirandin û bi awayekî fermî împeratoriya osmaniyan di sala 1923'an de bi dawî bû.