Charleston (Vîrjînyaya Rojava)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Charleston (Vîrjînya-Rojava) hate beralîkirin)
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Skyline ji Charleston

Charleston ji sala 1885'î virde paytextê West Virginia (Vîrjînya-Rojava) ye ku ji aliyê meziniyê ve 35. federedewlet a DYAyê ye.

Bajêr dikeve nava rûbarên Elk û Kanawha. Charleston di sala 2005'î de xwedî 51.176 niştecihê bû ku ji aliyê gelheyê ve mezintirîn bajarê li West Virginiayê ye.

Cara pêşîn di sala 1794'î de bajêr li ser 16 Hektar ji aliyê 35 mirovî bi 7 malî ve avabûye. Bi destpêka sedsala 19. ve li herêmê xoy (xwê, sol) tê derxistin û ev yeka han hejmara gelheyê bipêşdixe. Di şerê navxweyî yê DYAyê de demekê dirêj bajêr di destê federesyona federedewletên başûr de maye û sazûmaniya berê ya dagirkeriyê parastiye. Di 20'ê pûşperê 1863'î de bajêr ketiye bin îdareya DYAyê.