Îran
جمهوری اسلامی ايران Jomhuri-ye Islāmi-ye Irān |
|||||
Komara Îslamî ya Îranê | |||||
|
|||||
Gotina netewî: Serbixwêbûn, Azadî, Komara Îslamî استقلال. آزادی. جمهوری اسلامی |
|||||
Sirûda netewî: Sirûda Komara Îslamî | |||||
Zimanên fermî | Farisî | ||||
Zimanên herêmî | Azerî, kurdî, beluçî, erebî û turkmenî.
|
||||
Paytext | Tehran |
||||
Bajarê mezin | Tehran | ||||
Sîstema siyasî | Komara îslamî | ||||
- Serokê olî - Serkomar |
Alî Xameneyî Hesen Ruhanî |
||||
Rûerd - Giştî - Av (%) |
1.873.959 km2 0,7 |
||||
Gelhe - Giştî (2011) - Berbelavî |
76.091.000 kes 46 kes/km2 |
||||
Serxwebûn | 1'ê avrêlê 1979 (Sazkirina Komara Îslamî) | ||||
Dirav | Riyal | ||||
Dem | UTC+3:30 | ||||
Nîşana înternetê | .ir | ||||
Koda telefonê | 98 |
Îran (Êran, Aran) an Parsa an Parsya an Parsistan an Îrana Navîn an jî bi fermî Komara Îslamî ya Îranê (bi farsî: جمهوری اسلامی ایران Jomhuri-ye Islāmi-ye Irān) welatekê Rojhilata Navîn e. Îran li bakur bi Ermenistanê, Azerbaycanê û Turkmenistanê re, li rojava bi Tirkiye û Îraqê re, li rojhilat bi Afxanistan û Pakistanê re û li başûr bi Kendava Farisî û Kendava Omanê re û li aliyê din ê wan herduyan re bi Kuweyt, Erebistana Siûdî, Bahreyn, Qeter, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî û Ommanê re hevsî e.
Bi 1,648,195 km2 (636,372 sq mi) mezinahiya xwe ve di dinyayê de dewleta 18mîn e,Îran dewleteke pir-etnîkî ye û nûfusa Îranê li derdora 77 milyonî ye.
Navê Îran di nav zimanên Îranî de tê wateya Herêmên Aryaniyan
Mezhebê fermî yê Îranê Şî û zimanê fermî jî Farisî ye.
Bi dirêjahiya dîrokê rola jeostratejîka Îranê giring bûye. Sedema vê giringiyê jî cihê wê li navenda Ewroasyayê ye. Îran yek ji damezrêner û endamên Neteweyên Yekgirtî, Welatên Alînegir û Rêxistina Welatên hilberînerê Petrolê (OPEC)ê ye.
Rojhilata Kurdistanê niha ji aliyê siyasî ve parçeyek ji Îranê ye.
[biguherîne]
Peyva Îranê bi koka xwe ji peyva Aryanê re nêzîk e û ramana wê welatê Aryanan e. Hêjayê gotinê ye ku peyva Îraq anko Îrak a cîranê Îranê ye jî, bi koka xwe ve bi heman peyvê re têkildar e.
Di dîrokê da navê Aryanan û Parsiyan bi giştî ji bo wan herêman li kar bû ku niha Banî a Îranê pêktînin. Lê bikaranîna peyvên mîna Arî, Arya û Aryanayê li Îranê ji bo demên berî pêxemberê Îranî Zeradeştî tê gotin. Lê Zerdeşt bi aslê xwe kurde. Ev nav di Avestayê da (xeyîn ji parên ku dibêjinê Gat) hatine misogerkirin. Rengê ramana Ayîryaê tiştekê nêzîkî necîb, paqij an bilind e. Ayîrya daînhava bi ramana welatê Ariyan û Ayîryan Vaç bi raman welatê kok ê Ariyan ve girêdayî ye, ji wê hatiye.
Erdnîgarî[biguherîne]
Welatê Îran li navberî welatên Îraq li rojava, Tirkiye, Ermenistan û Azerbaycan li bakurê rojava, Pakistan û Afxanistan li rojhilatê, Turkmenistan li bakurê rojhilatê ye. Herwisa li bakurê Îranê gola Kaspiyen an jî Derya Mazenderan heye. Li başûrê Îranê jî Kendava Farisî û derya Omanê hene.
Ziman[biguherîne]
Zimanê fermî yê Îranê farisî ye, lê kurdî, azerî, beluçî, erebî, turkmen û gelek zimanên din jî lê tên peyivîn.
Ol[biguherîne]
98% ji akinciyên îranî misilman in; 89% şiî û 9% sunî ne. 2% mesihî, êzîdî, bahaî, yahudî û zerdeştî ne. [1]
Parêzgehên Îranê[biguherîne]
Li Îranê 31 parêzgeh hene:
Çavkanî[biguherîne]
|