Mongolya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Mongolya
Ala Mongolyayê

Mongolya welatekî li Asyaya Navîn e.

Mongol di serdema navîn de roleke mezin di dîroka mirovahiyê de leyîstine. Di bin serdariya Cengîz Xan de heya Ewropa desthilatî kirine. Mongolya piştî avabûna YKSS´ê dikeve bin siya wê. Di sala 1924´î de bi navê Komara Gel a Mongolya sazûmaniyek tê damezrandin. Sazûmaniya stalînîst-sosyalîst di dawiya salên 80´î de têkdiçe û sazûmaniyeke demokratîk destpêdike.

Mongolya aboriya xwe pirranî bi çandinî û xwedîkirina ajalan dike lê pêşketina fabrîkan jî hene.

  • Rûber: 1.565.500 km²
  • Gelhe: 3.191.272 (2012)
  • Paytext: Ulaanbaatar
  • Dirav: Tögrög
  • Sirûda Neteweyî: Bügd Nairamdach Mongol
  • Navçeya demê: UTC + 7, UTC + 8
  • Koda internetê: .mn
  • Koda telefonê: +976
  • Ol: Budîzm, tengrîzm, îslam

Pêşangeh[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]