1974 – Balafirên İraqê Qeladiz bombebaran kir, di bûyerê de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan.
1983 – Konseya Ewlekariya Neteweyî MGK, Zagona Partiyên Siyasî pejirand û belavokeke weşand ku li gorî wê; qaşê xebatên siyasî serbeste. Lê belê ji roja qebûlkirina vê qanûnê û vir ve, bi dehan partiyên siyasî hatine girtin, gelek rêveber û endamên wan bi awayekî faîlê wan ne diyar hatin kuştin û bi sed hezaran kes, berde xebatên siyasî, jiber nêrînên siyasî avêtin zîndanê.
1993 – Li Mûşê meleyek bi navê Vehbî Gunduz bi kuştineke kujerê wê ne diyar, hate kuştin.
1995 – Serokê HADEP a Elbîstanê Hisên Koku ji aliyê hêzên tarî ve hate şehîd kirin.