Şoreşa Fransayê
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şoreşa Fransayê (1789 - 1799) heyama serhildanên siyasî û civakî di dîroka siyasî ya Fransayê û tevaya Ewropayê da bû. Di vê şoreşê da nijara hukmeta Fransayê bi tivavî hat guhartin. Desthilata Fransayê berî Şoreşê Keyatiya Serberdayî anko absolute monarchy bû ko arîstokratan û dînwerên Katolîk pawanên fiyodalî hebûn. Şoreşê ev desthilat li goreyê armancên Ruhinhiziriyê anko demokrasî, welatînî û mafên herûherî guhart. Ev şoreş dersek bû ji bo hemî azadîxwazên cîhanê ko bikarin li goreyê wa armancan bixebitin.
Şoreşa Fransayê paştir ber bi tundûtîjiyê û kuştinan çû. Desthilata Napoléon Bonaparte keyatî vegerand û du şoreşên dî çêbûn heta Fransaya nûdem peyda bû.