Slovakya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Slovenská republika
Komara Slovakyayê
Alayê Slovakyayê Nîşanê Slovakyayê
(Ala) (Nîşan)
Sirûda netewî: Nad Tatrou sa blýska
EU-Slovakia.svg
Zimanên fermî Zimanê slovakî


Paytext Bratîslava
48°09′Bk 17°07′Rh / 48.15°Bk 17.117°Rh / 48.15; 17.117
Bajarê mezin Bratîslava
Sîstema siyasî Komarî
 - Serokdewlet
 - Serokwezîr
Andrej Kiska
Robert Fico
Rûerd
 - Giştî
 - Av (%)

49.035 km2
kêm
Gelhe
 - Giştî (2009)
 - Berbelavî

5.463.046 kes
111,4 kes/km2
Serxwebûn - 28'ê kewçêrê 1918 ji Awistriya-Macaristan
- 1'ê rêbendanê 1993 ji Çekoslovakya
Dirav Euro (EUR)
Dem UTC+1
Nîşana înternetê .sk
Koda telefonê +421
Slovakia topo.jpg

Slovakya (bi zimanê slovakî: Slovensko) an jî Komara Slovakyayê (bi slovakî: Slovenská republika) welatekî parzemîna Ewropayê ye ko ji welatên Ewropaya Navendî tê hesibandin. Li bakur hevsiya Polandê, li bakurê rojava hevsiya Komara Çêkî û li başûr hevsiya Macaristanê ye.

Rûberê wê 49.035 km² ne. Paytexta wê bajêrê Bratîslava ye ko mezintirîn bajarê welat e.

Dîrok[biguherîne]

Eşîretên slovakî li sedsala 6ê li welatê Slovakyayê akincîbûn. Li sedsala 10ê piraniya deverên wan kevtin bin destê macariyan û ev rewş heta nêzî 1000 salan berdewam bû. Dema li sala 1526ê Macaristan bi tivavî kevt bin destê Împeratoriya Osmanî, Slovakya her di destê macariyan da ma û Bratîslava (ko hingî navê wê Pozsonî bû) bû paytextê nû yê Împeratoriya Habsburgê. Zordariya Mecariyan ji Slovakyan dixwest ko dest ji ziman û hebûna xwe ya neteweyî berbidin. Serhildana netewî ya slovakiyan lidijî wê zordariyê dest pêkir û li tevaya sedsala 18 û 19ê berdewam bû. Piştî Şerê Cîhanî yê Yekê, dema li sala 1918ê çêkiyan xweseriya xwe ragihandî, slovakiyan jî xwe da gel wan û herduan bi hevra Komara Çêkoslovakyayê pêkanî. Di komara nû pêkhatî da jordestiya çêkiyan hebû û ev li dilê slovakiyan giran bû. Wan li sala 1939ê, hema berî destpêbûna Şerê Cîhanî yê Duyê bi seroktiya Yusêf Tîso xweseriya xwe ragihand. Tîsoî bixêrhatina leşkirê Hitlerî kir. Li sala 1945ê Komara Çêkoslovakyayê vejîve. Heta sala 1993ê ko her du gelên slovakî û çêkî bi awayekê gelek aştiyane û bê xwînrêhtin jihev cida bûn, wan herduan li ser pirsên aborî û siyasî hev nedigirt û Komara Çêkoslovakyayê her wekî du komarên xweser bû.

Erdnîgarî[biguherîne]

Slovakya bi welatekê kûstanî û çiyayî hatiye niyasîn. Çiyayê bilind ê Tatra ko yek ji çiyayên Zincîra Çiyayên Karpatî ye, li kopîtka Gerlachovsky nêzî 2.655 m bilind e. Lê başurê rojhava ya welatî deştên nevî yên rûbarê Danûb pêkdiînin. Ev rûbar parek ji sînorê digel welatê Macaristanê ye.

Rêl û daristan 40 ji sedê ji rûberê welatî vedigirin û hêlîna rûvî, gurg, kûşik û kêrvoşikan e.

Zivistanên Slovakyayê sar û havînên wê gerim in.

Gelê Slovakyayê[biguherîne]

Hêşeta Slovakyayê li goreyê berisandin (texmînandin) a sala 2004ê, nêzî 5.423.567 kesan e. 17 ji sedê ji hêşeta welatî zaroyên ji 15 saliyê biçûktir in.

Zimanê fermî yê Slovakyayê zimanê slovakî ye ko ji bo 85% ji xelkî zimanê zikmakî ye. Ev ziman gelek ji zimanê çêkî nêzîk e. Macarî deh ji sedê ji hêşeta Slovakyayê pêkdiînin.

Girêdanên derve[biguherîne]


Şablon:Link FA