Konstantînê Mezin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Bronza Konstantîn li York, Îngiltere, li şuna împaratorî saz dayî di 306an de
Bustê Konstantîn li Romê

Konstantînê I (Konstantînê Yekem an jî Konstantînê Yekem ê Mezin, bi latînî: Flavius Valerius Constantinus), 27'ê reşemiyê 272 Niš-22'ê gulanê 337, di navbera 306an û 337an de împeratorê Împeratoriya Romê bû.

Wî li Romê xiristiyanî serbest kirî bû û li xiristiyanitiyê jî mirovekî giring e û bi fermana Milan tê zanîn. Di wê fermanê de wî da zanîn ku li împaratorîye xiristiyanî û ol hemû gîşk dikane wera bijîn. Ji pêra xiristiyanî li Romê belavbû û di 380an de jî bû ola fermî. Di 325an de wî Konsula Niceaya (îro bajarê Iznikê ye) yekem kom kir.

Di 330an de wî paytexta bi navê Nova Roma (Roma Nû), bajarê ji bo wê pê ra wek Konstantînopolîs werê nav kirin, bira Konstantînopolîs.

Jiyan û Împaratorî[biguherîne]

Ew di 27'ê reşemiyê 272an de li Niš, Serbistana îroj hate dinê.

Paş bavê xwe Konstantiyo (latînî: Constantius) di 293an de keta Tetrarşîya (Kargeriya Çaran) Diokletians re rêya xweya heta împaratorîye dera vebû. Di 305an de paş endamekê Tetrarşîye lê der ket şunda derbaza şuna wî bû salekî din jî ew bi navê Augustus bû împerator.

Di 312an de wî împeratorê Roma Rojava Maxentius Turin, Brescia û bi dawî Verona bin xist û bi tunî bû împeratorê împeratoriya Roma Rojhelat.

313an de Konstantîn bi Lîkîniyo (latînî: Licinius) va bû împeratorê rojava û rojhelat. Wan herduya bi tev Fermana Milan saz kirin.

Paş wî Lîkîniyo, çi qas bi xwenga Konstantîn re zewicî bû jî, 324an de li Adrianapolis û bajarên din ên Trakyayê bin xist şunda ew bû împerator bi tenê.

Di 326an de jina xwe Fausta û Crispus da kuştin.

Konstantîn di 330an de paytexta xwe bire bi navê Nova Roma (Roma Nû), Byzantion (îroj, Stenbol) kir û ew dera şunda çêkir. Ew dera ji pê re Konstantînopolîs (yewnani, "Bajarê Konstantîn") hat nav kirin.

Çi qas wî xiristiyanî li împeratoriyê serbest kir jî xiristiyanbûna wî nê vebîri ye. Dîsa jî li zavê ortodoks wî gelek pîroz dibinin.

Bibîne[biguherîne]

Şablon:Link FA