1992 – Li navçeya Amed Sîlvanê Abdulselam Çiçek di encama êrîşeke çekdarî ya faîlê wê ne diyar de jiyana xwe ji dest da.
1999 – Gerîlayên kurd Welat Saroxan (di sala 1977'an de li Hesekê hate dinê û di sala 1994'an de tevlî nav refên gerîllabû) û Tahîr Îlke yê bi navê kod Serhat (di sala 1979'an de li Şirnexê hate dinê û di sala 1997'an de tevlî nav refên gerîla bû) li herêma Silopiyê jiyana xwe ji dest dan.
1865 – Dema serokdewletê DYA'yê Abraham Lincoln, li Ford's Theatre bi hevjîn û mêvanên xwe re şano temaşe dikir, rastî êrîşeke çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da.
1930 – Partiya Karkerên Viyetnamê hate damezirandin.
1986 – Balafirên amerîkan ên bombebaranê yên tîpê F-11, çeperên leşkerî yên li Trablusê dan ber bombeyan. Di encama êrîşê de 37 kesên ku di nav wan de keçeke 15 mehî ya serokê Lîbyayê Muemer Qedafî jî hebû, mirin.
1994 – Peymana herî berfireh a cîhanê ya aboriyê GATT, bi îmzeya 120 welatan hate qebûlkirin.