Ûrûguay
República Oriental del Uruguay | |||||
Komara Rojhelata Ûrûguayê | |||||
|
|||||
Sirûda netewî: Orientales, la Patria o la tumba | |||||
Zimanên fermî | Spanî
|
||||
Paytext | Montevideo |
||||
Bajarê mezin | Montevideo | ||||
Sîstema siyasî | Komar | ||||
- Serkomar | Tabaré Vázquez | ||||
Rûerd - Giştî - Av (%) |
176.220 km2 1,5 |
||||
Gelhe - Giştî (2008) - Berbelavî |
3.477.778 kes 19,7 kes/km2 |
||||
Serxwebûn | 25'ê gelawêjê 1825an rave kir di 28'ê gelawêjê 1828an de hat nasîn (ji Brazîlê) |
||||
Dirav | Pesoya Ûrûgûayî (UYU) | ||||
Dem | UTC-3 | ||||
Nîşana înternetê | .uy | ||||
Koda telefonê | +598 |
Ûrûguay, bi fermî Komara Rojhilat a Ûrûguayê (bi spanî: República Oriental del Uruguay), welatekî li başûrê Amerîkaya Başûrê ye. Sînorên xwe li bakur bi Brazîl, li rojava çemê Ûrûguay û Arjentîn, li başûr û rojhelat jî Okyanûsa Atlantîk re hene. Li Arjentîn bi çemê Ûrûguay û devoka (ango li ku çem digîhî deryayê) wî çemî, Rio de la Plata vediqete. Ew li Sûrînam şunda welata herî biçûkê duyemê Amerîkaya Başûrê ye. Nêzî nîviya nifûsa xwe li bajarê herî mezin û paytexta Montevideoyê dijî ye.
[biguherîne]
Navê "Ûrûguay" ji zimanî guaraní de tê ye. Lê di çi de derketi ye bi tunî nê vebirî ye. Du gumanên wê wiha dibejin, yek "çemê uruyan" (uru cûrekî çûkan e), yeka din jî "çûkên boya bûyî" ne.
Erdnîgarî[biguherîne]
Bi 176.220 km²(li 2.600 km² rû bi avê hatiye girtin) rûerda xwe Ûrûguay li Sûrînam şunda duyemîn welatê herî biçûk ê Amerîkaya Başûr e (Çi qas Guayana Fransî jî lê biçûktir e jî, ji bo nê serxwebû ye nêya hesandin). Rûya Ûrûguayê bi piranî rast e. Li rûerda bitenê %10an xwe ji 200 m bilindtir e. Xala di welat de herî bilind bi 514 m Cerro Catedral e.
Li bakur bi Brazîlê re 985 km, li rojava bi Arjentinê re 579 km sînorên xwe hêne. Dirêjahiya beravên xweya bi Okyanûsa Atlantîk re 660 km ye.
Çem[biguherîne]
Çemê Ûrûguay herî mezin Çemê Ûrûguay e û bi tunî 1790 km ye. Ew bi Rio de la Plata va sînorên rojava pêk tî ne. Río Negro çemekî Ûrûguayê dinî gering ne. Ew bi 750 km Ûrûguayê bi bakur rojavayî û başûr rojhelatî da derbaz dike.
Rio de la Plata teva Okyanûsa Atlantîk dibe. Cîh lê tal dibe devokê herî mezina dine pêk tî ne.
Siruşt[biguherîne]
Siruşta Ûrûguay siruşteke germ e. Ew qas ku germahiyên bin sifir hinde nê zanîn. Nîvekiya salîniya niqira germê 17,5 °C ye. Mehaya herî germ bi nîvekî 32 °C germahî rêbendan, Mehaya herî sar jî bi nîvekî 6 °C pûşper e. Li sala nêzî 1000 mm/sal barîj dibare. Mehaya herî barijî adar e.
Gel[biguherîne]
Ûrûguay bi piranî, bi %88, ji kesên ewropî yê koçkirî, %8 mestîzan û xulamên afrîkî yên ku hatin anîn de pêk hatî ye. Gelê xwe yê ji Ewropayê hatî: spanî, îtalî, îngilîz, portûgalî, rûs, îrlandî, fransî ne. Dimatiyên, anku, mirovên resas ên Ûrûguayê (charrúas, guanaes, yaros û chanaes in.
Ol[biguherîne]
Ûrûguayî bi piranî %74 xiristiyanên katolîk ên romî ne. Li wan bêtir %2 protestant, %2 cihû û xristiyanên ermenî jî hene. %21 ji gelî xwe li oleke din an jî li ti olê na binî ne.
Werziş[biguherîne]
Li Ûrûguay sporta herî navdar futbol e. Ew du caran di 1930an de li welatî xwe û di 1950an li Brazîlê di Kasa Dinyayê de bû şampiyon, ango yekem. Kasa Dinyayê ya FIFA herî pêş de di 1930an de li Ûrûguayê hat organîzekirin û paş di finalê de Ûrûguayê Arjentîn daxist şunda bû şampiyon. Ûrûguay bi tunî 14 caran bi Arjentînê va welata di Copa América de herî pir şampiyon bûye.
Basketbol û rugbî jî hin siporên dinên di Ûrûguayê de navdar in. Di 2005an de Esteban Batista bû basketbolvanê herî pêş de ko yê ketî NBA.
Girêdanê derve[biguherîne]
- INE - enstîtûya netewiya statistîkan
- Poder Legislativo - Rûpela fermiya Parlamena Ûrûguayê
- Presidencia de la República Oriental del Uruguay - Rûpela fermiya serokkomarîye
- Portal del Estado Uruguayo