Lîtvanya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Lietuvos Respublika
Komara Lîtvanya
Ala Nîşan
(Ala) (Nîşan)
Sirûda netewî: Tautiška Giesmė
EU-Lithuania.svg
Zimanên fermî Lîtvanî


Paytext Vilnius
Sîstema siyasî
 - Serokdewlet
 - Serokwezîr
Dalia Grybauskaitė
Andrius Kubilius
Rûerd
 - Giştî

65.301 km2
Gelhe
 - Giştî
 - Berbelavî

3.384.800 kes
52 kes/km2
Serxwebûn 14'ê Reşemiyê, 1009
Dirav Euro
Dem UTC+2
Nîşana înternetê .lt
Koda telefonê +370

Lîtvanya an jî Komara Lîtvanya (bi lîtvanî: Lietuvos Respublika) dewleteke rojhilatî ya Ewropa ye an jî gelek caran mîna dewleta bakurî ya Ewrûpa tê nasîn. Lîtvanya li rojhilatê başûrê Zeryaya Baltik dimîne û ew yek ji Welatên Baltik e. Li bakur Letonya li rojhilatê başûr Belarûs li rojavayê başûr Polonya û Rûsya bi tixubên xwe dorpêçkirine.

Heta sedsala 13emîn Lîtvanya welatê mezintirîn ê Ewrûpa bû. Belarûs, Ukrayna û hin beş ji Polonya û Rûsya dibin hikûmeta Lîtvanya ya mezin de bû. Di 1569 de Polonya û Lîtvanya bûne dewleteke hevbeş (Yekbûyîna Lublînê).Ev devleta hevbeş di sala 1795 de ji aliyê cîranên vê dewletê va hate dagirkirin. Piraniya welatê Lîtvanya kete bin destê împaratoriya Rûsyayê ta serxwebûna 16 ê Reşemiya 1918'a ku vedamezrandina Lîtvanya nû hat danezanîn. Di navbera 1940 û 1945'an de Lîtvanya ji aliyê Yekîtiya Sovyetan û Elmanya ya Naziyan ve hate dagirkirin. Nêzîkî dawiya Şerê cîhanî yê duyemîn de (1944) Lîtvanya ket bin destê Yekîtiya Sovyetan de. Di 11'ê Adara 1990'î de Lîtvanya bû dewleta yekemîn ku ji Yekîtiya Sovyetan veqetiya û ve-serxwebûna xwe diyarkir. Lîtvanya di 21'ê berfanbara 2007'a de bi temamî bû endamê Yekitiya Ewropayê. Di 2009'a de Lîtvanya wê 1000 saliya navê xwe pîroz kê.

Dîrok[biguherîne]

Cara pêşîn navê Lîtvanya di dest nivîseke Elmanî de, di 14'ê reşemiya 1009'a de derbas dibe. Welatên Lîtvaniyan di sala 1236 de ji aliyê Mîndaugas ve hatin civandin. Dîroka tac lixwe kirina Hikûmdarê Lîtvanya; 6'ê Tîrmeha 1253'ya ye. Di dema hikûmdarî ya Gedîmîniyan (1316-1430) de, herêmên Rûsya Sipî, Ukrayna û hin beş ji axa Polonya û Rûsya ku niha serbixwene hatin dagirkirin. Di dawiya sedsala çardemîn de Lîtvanya dewleta herî mezin a Ewropa bû.Tixûbên welat di dema Mîrîtiya Mezin a Lîtvanya de bi beşek a mezin a Ewropa,ji Deryaya Baltik ê digihişt heta Deryaya Reş. Zadeganên Lîtvanya di sala 1386'a de Xirîstiyanî qebul kirin.Di sala 1410'a de artêşa Polonya û Lîtvanya serkeftineke mezin li dijî şovalyeyên Katolîk di Şerê Grunwald'ê de; ku şerê mezintirîn e di Çaxa Navîn de li Ewropa hatiye kirin. Di sala 1569'a de Lîtvanya û Polonya bû yek û komara yekbûyî ya Polonî-Lîtvanî hat damezrandin. Lîtvanî weke endamekî di vê sîstemê de xwedî artêş, dirav û mafên xwe bi xwe yên zagonî bûn. Di sala 1795'a de ev yekîtî ji aliyê împaratoriya Rûsan we hate hilweşandin û ji %99 axa Lîtvanya ket bin destê Rûsan û ya mayî jî bû para Prûsya. Piştî sedsaliya dagirkirina Lîtvanya di 16'ê reşemiya 1918'a de ji nû ve serxwebûna xwe dazanîn. Di 1940'î de Lîtvanya dîsa hat dagirkirin di dema Şerê Cîhanî yê Duyemîn de. Cara talî Lîtvanya ji bin desthilatiya Sovyetan di 11'ê Adara 1990 de derket û rizgar bû. Di 4'ê Reşemiya 1991'î de îslanda wekî dewleta pêşîn serxwebûna Lîtvanya pejirand.Lîtvanya di 17'ê rezbera 1991'î de bû endamê Neteweyên Yekbûyî û di 1'ê Gulana 2004'a de bû endamê Yekîtiya Ewropa.

Nexşe; herêma Lîtvanya ji sedsala sêzdemîn heta roja me didê xuyakirin.

Erdnîgarî[biguherîne]

Lîtvanya di kevê bakurê Ewrûpa. Rûerda wê 65,200 km² ye û tixûbên wê bi temamî 1,273 km ye. Cîranên tixûbê Lîtvanya: Rûsya Sipî 502 km,Letonya 453 km,Polonya 91 km û Rûsya 227 km xwedî tixûbin bi Lîtvanyare. Rûbara wê ya sereke Rûbara Neman e. Li ser cokên vê rûbarê bazirganiya bi keştiya tê kirin. Cihê herî bilind ê Lîtvanya Girê Aukštojas e û xwediyê bilindahîyek 294 metreye. Ji %31 'ê axa Lîtvanya daristanin û ji %39 axa wê kêrî çandiniyê te. Paytexta Lîtvanya,Vilnius li gorî daneyên erdnîgarî tenê bi çend kîlometreyan bi başûr ve dikeve Navrasta Erdnîgarî ya Ewropa.

Ol[biguherîne]

Di 2005'a de ji %79 gelê Lîtvanya oldarên Dêra Katolîkên Romayê bûn. Ev civak ji destpêka xirîstîyankirina Lîtvanya di dawiya sedsala 14'em û destpêka sede ya 15'emve xwedî hebûnekê ye li Lîtvanya. Di sedsala 16'em de bandora Lutherîzm li cîranên wê Lîvonya û Prûsya peyde bû. Di çaryeka sedsala 20'emîn de endamên Protestanên Lutherî nêzîkî 200.000 kesî bû. Komên biçûk ên Protestanan li beşên bakur û rojava yê Lîtvanya belavbûn. Dêr/civak ên curbicur ên Protestanan li Lîtvanya ji salên 1990'i ve hatin damezrandin.

Dêra darîn li Palūšė. Lîtvanya xwedî kevneşopiyên xurte di derbarê ola Katolîk de.

Di nifûsa Lîtvanya de ji %4.9 Ortodoksên Rojhilatî, ji %1.9 Protestan û ji % 9.5 bê ol in. Li welat her wiha Cihû, Misilman û alîgirên Karaîzmê jî nêzîkî %1.6 'ê nifûsa Lîtvanya yê ne.

Lîtvaniyên navdar[biguherîne]

Nexşeya Fizîkî ya Lîtvanya (Li ser wêne bitikîne bo dîtina berfireh).

Bajarên Lîtvanya[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]


Şablon:Link FA