Rûsya
Rûsya Ûrisistan |
|||||
Российская Федерация Rossijskaja Federatsija |
|||||
Federasyona Rûsyayî | |||||
|
|||||
Sirûda netewî: Государственный гимн Российской Федерации (Gosudarstvenny gimn Rossiyskoy Federatsii) | |||||
Zimanên fermî | Rûsî û ye din Abazayî, Adigeyî, Aghulî, Altayî, Avarî, Azerî, Başkirî, Buryatî, Çaçanî, Çerkezî, Çuvaşî, Dargwayî, Erziyayî, Înguşî, Kabardî, Kalmykî, Karaçay-Balkarî, Khakasî, Komî, Kumykî, Lakî, Lezgî, Marî, Mokşayî, Nogayî, Alanî, Rutulî, Tabasaranî, Tatarî, Tsakhurî, Tuvanî, Udmurtî, Ûkraynayî, Yakutî |
||||
Paytext | Moskow |
||||
Bajarê mezin | Moskow | ||||
Sîstema siyasî | Federasyona Nîvserokkomarî | ||||
- Serkomar - Serekwezîr |
Dmitry Medvedev Vladimir Putin |
||||
Rûerd - Giştî - Av (%) |
17.075.400 km2 0,5 |
||||
Gelhe - Giştî (2010) - Berbelavî |
141.927.297 kes 8,3 kes/km2 |
||||
Serxwebûn | 26'ê berfanbarê 1991 | ||||
Dirav | Ruble (RUB) | ||||
Dem | UTC+3 ra +12 | ||||
Nîşana înternetê | .ru, .su | ||||
Koda telefonê | +7 | ||||
Rûsya an jî Ûrisêt[1] an jî Ûrisistan (bi rusî: Россия Rossija an jî bi fermî: Российская Федерация Rossijskaja Federatsija, anku bi kurdî Federasyona Rûsyayî) dewleteke li bakura Ewrasyayê dikeve û gorî parzemîna xwe welata herî mezina dinê ye.
Rûsya pê belav bûna YKSS hat saz kirin û yek ji endamên UNê daîmî ye. Ew yek ji endamên G8 (Grûba Heştan) e.
Naverok
Erdnîgarî[biguherîne]
Sînorên wêyê bi dewlet û deryayan re[biguherîne]
Sînorên Rûsyayê bi dewletên Norwêc (196 km) û Fînland (1.340km), Deryaya Sîbiryaya Rojhelat, dewletên Baltîkên Estonya (294 km) û Letonya (217 km), li başûr Rûsyaya Sipî (959 km) û Ukraynayê (1.576 km) re hene.
Deryaya Reş sînorên Rûsyayê Asya û Ewropa ji hev vediqtîne. Li Qafqasyayê sînorên xwe bi Gurcistan (723 km) û Azerbaycan (284 km) re hene. Sînorê xwe bi Deryaya Mazenderan û Qazaxistanê re didom in. (6.846 km).
Li rojhelat sînorê wê bi (nêzî 40 km) Çîn û Mongolyaê (3.485km) re hene. Pê Mongolistanê re sînorê dorî (3.605 km) bi ÇÎnê re hene. Li Rojhelata Dûr jî sînorê xwe bi Koreya Başûr (19 km) re hene. Li wê wêde jî sînorê xwe bi beravên Deryaya Japon, Deryaya Oxotsk , Okyanûsa Pasîfîk û Tengava Berîng re hene. Ew bi tengiyekê dorê 85 km û kûrahîyekê dorê 30 m de heta 50 m bi Tengava Berîngê ji Alaskayê vediqete.
Ew li bakur bi beravên xweyên li ber Okyanûsa Arktîk tê sînor kirin. Li wir hin giravên Rûsyayê hene. Sînorên wêyê bi dewletên din ve dorê 20.017 km, beravên wê jî dorê 37.653 km.
Derve axên navendî, perçeyeka Rûsyayê dervayiyê ko pê ve girêdayî bi navê Oblast Kaliningrad di navbera Poland û Lîtvanyayê de dimê. Sînorên wê bi Lîtvanya (227 km) û Polandê (206 km) re hene.
Çem[biguherîne]
Çemekî Rûsyayê girîngî ko li ser axên wêyê Ewropayê diherike Volga ye. Ew çemê herî dirêjê Ewropayêye û bi dirêjahiyê xweyê dorê 3.534 km pê herikîna xweyê ser Rûsyayê bi dawî tala Deryaya Mazenderan dibe. Çemekî dinî girîng jî Dnepr e. Ew ji nêzikên Moskowê dizê û pê herikînê ser Rûsyaya Spî Ûkraynayê re tala Deryaya Reş dibe. Ew li ser Kanala Dnepr-Bug re bi çemê Polonî Bug û Wisla û Memel ve tê girêdan.
Hin çemên girîngên ko tala Deryaya Mazenderan dibin wiha ne: Volga, Kama (1.805 km yek ji milên Volga), Wyatka (1.314 km), Oka (1.480 km, yek ji milên Volga), Ûral.
Hin çemên tala Okyanûsa Atlantîk dibin wiha ne: Newa, Volxov, Duna, Pregel, Memel, Don, Kuban
Hin çemên ko tala Okyanûsa Arktîk dibin: Petşora, Ob, Çulim, Irtiş, Tobol, Yenîsey, Angara, Selenga, Lena, Indîgîrka.
Hin çemên ko tala Okyanûsa Pasîfîk dibin: Amur, Usûrî, Seya.
Çiya[biguherîne]
Hin çiyayên Rûsyayê girîng wiha ne: Altay, Baykal, Şîbînen, Qefqas, Kolîma, Putorana, Sayan, Stanowoy, Tannu-ola, Çekerskî, Ural, Werxoyansker.
Çiyayê Rûsyayê yê herî bilind Elbrûs (5.642 m) li ser Qafqasan dimê.
Bajar[biguherîne]
Li Rûsyayê gelheya 13 bajaran ji 1 mîlyon mirovî dibuhure:
- Moskowa (paytextê Federasyona Rûsyayê) - 11 612 943 mirov;
- Sankt Petersburg (berê, Leningrad) - 4 953 219 mirov;
- Novosîbîrsk – 1 498 921 mirov;
- Yêkaterînbûrg (berê Sverdlovsk) - 1 377 738 mirov;
- Nîjnî Novgorod (berê Gorkî) - 1 254 592 mirov);
- Samara — 1 169 184 mirov;
- Kazan — 1 161 308 mirov;
- Omsk — 1 156 583 mirov;
- Çêlabînsk — 1 143 458 mirov;
- Rostov-na-Donû — 1 096 448 mirov;
- Ûfa — 1 072 291 mirov;
- Volgograd (berê Stalîngrad) — 1 018 739 mirov;
- Perm — 1 000 672 mirov.
Girêdanên derve[biguherîne]
|
|
- ↑ Kurdên Rûsyayê û Sovêtê berê wisa dibêjin