Fransa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
République Française
Komara Fransayê
Alaya Fransayê Nîşana Fransayê
(Ala) (Nîşan)
Gotina netewî: Liberté, Égalité, Fraternité
(bi kurdî: Azadî, Wekhevî, Biratî)
Sirûda netewî: La Marseillaise
EU-France.svg
Zimanên fermî Fransî


Zimanên nefermî Alsasî, baskî, bretonî, katalanî, korsî, flemanî, frankoprovenzal, oksîtanî, zimanên din ên Oïl.
Paytext Parîs
48°51′Bk 2°21′Rh / 48.85°Bk 2.35°Rh / 48.85; 2.35
Bajarê mezin Parîs
Sîstema siyasî Komarî
 - Serkomar
 - Serekwezîr
François Hollande
Manuel Valls
Rûerd
 - Giştî
 - Av (%)

675.417 km2
0,26
Gelhe
 - Giştî (2008)
 - Berbelavî

64.473.140 kes
110 kes/km2


Dirav Ewro (EUR)
Dem UTC+1
Nîşana înternetê .fr
Koda telefonê +33
Frankreich Relief.png

Fransa (Frensa û Franse jî jê re tê gotin) an jî Frankistan[1] welatekî Yekîtiya Ewropayê ye. Peytaxta wê Parîs e.

Navê vî welatî yê fermî Komara Fransî (bi frensî: République française) ye û dewleteke navendîparêz û yekneteweyî ye. Welatê cîranê wê li Ewropayê ev in: Belgiya, Lûksembûrg, Almanya, Swîsre, Îtalya, Monako, Spanya, Andorra

Sînorên Fransa li bakur bi Atlantîk û li başûr bi Deryaya Spî re hene. Ji bilî li Ewropa erda Fransa li parzemînên din jî heye. Li Karîbîkan wek mînak Saint-Martin, li Başûrê Amerîkayê Guayanaya Fransî, li qeraxên Bakurê Amerîkayê, li Okyanûsa Hindê û li Okyanûsyayê herêm û welatên girêdayî Fransa hene.

Li gor texmînên 2004'an tê gotin ku hejmara şêniyên Fransayê tevlî şêniyên li herêmên derveyî Ewropa dijîn 61,9 milyon in.

Herêmên Fransayê[biguherîne]

Information icon.svg Gotara bingehîn: Herêmên Fransayê

Fransa ji 26 herêman (bi fransî:région) pêk tê. Ji wan 21 li xakên Fransaya parzemînî ne, yek girava Korsîka ye, û çar jî navçeyên ser deryayî ne . Régions yên li Fransaya parzemînî jî di hundura xwe de jî gav bi gav wek département, Arrondissement, Cantone û Commune tê parve kirina perçeyên hîn biçûk.

  1. Alsace
  2. Aquitaine
  3. Auvergne
  4. Basse-Normandie
  5. Bourgogne
  6. Bretagne
  7. Centre
  8. Champagne-Ardenne
  9. Korsîka (statuya taybetî)
  10. Franche-Comté
  11. Haute-Normandie
  1. Île-de-France
  2. Languedoc-Roussillon
  3. Limousin
  4. Lorraine
  5. Midi-Pyrénées
  6. Nord-Pas de Calais
  7. Pays de la Loire
  8. Picardie
  9. Poitou-Charentes
  10. Provence-Alpes-Côte d'Azur (PACA)
  11. Rhône-Alpes

FranceRegionsNumbered.png


  • Herêmên li ser deryayê jî ev in:
23 Guadeloupe
24 Martinique
25 Guyanaya Fransî
26 Réunion

GuadeloupeMartiniqueGuayanayaRéunion

Gel û Ziman[biguherîne]

Nifûsê Fransayê di 1'ê rêbendanê 2008an de yên bi welatên ser deryayî ve wek 64.473.140 tê texmîn kirin. [2] Ew ji Almanyayê şunda duyem mezintir welata Yekitiyê Ewropayê ye. Ew ji sedî 13ê (% 13) YE bi tenê pêk tîne ye.

Payîna dirêjahiya jiyanê yê di Fransayê de bo mêran 76,7 sal, bo jinan jî 83,8 e.

Hin zimanên ku berê de li ser axên ko îroj Fransa li ser wiha ne:

Li bakûra Fransayê zimanekê pir bi Fransî re nêzika hev zimanê Oîl tê axaftin.

Çavkanî[biguherîne]

  1. "History of France". Discoverfrance.net. Retrieved 17 July 2011
  2. Bilan démographique 2007 : des naissances toujours très nombreuses

Girêdanên derve[biguherîne]