Holenda
Koninkrijk der Nederlanden | |||||
Keyatiya Nederlendayê | |||||
|
|||||
Sirûda netewî: Het Wilhelmus | |||||
Zimanên fermî | Holendî û frîzî
|
||||
Paytext | Amsterdam |
||||
Sîstema siyasî | Monarşî | ||||
- Key - Serekwezîr |
Willem-Alexander Jan Peter Balkenende |
||||
Rûerd - Giştî - Av (%) |
41.528 km2 18,41 |
||||
Gelhe - Giştî (2007) - Berbelavî |
16.366.600 kes 231 kes/km2 |
||||
Serxwebûn | 2'ê tîrmehê 1581 | ||||
Dirav | Ewro (EUR) | ||||
Dem | UTC+1 | ||||
Nîşana înternetê | .nl | ||||
Koda telefonê | +31 | ||||
Holenda an jî Nederlenda welateke li rojavayê Ewropayê ye.
Holenda dikeve ser tixûbên du welatan: li rojhilat Almanya û li başûr jî Belçîka. Li aliyê rojava ve Holenda dikeve ser deryaya Bakur. Rûberê Holendayê 41.526 kilometreyên çargoşe ye.
Holenda mêjûyeke dûr û dirêj heye. Ev welat welatekê dagirker bû di wî serdemî de (di çerxên 15 ta 18). Holendayê bi dirêjahiya 400 salan welatê Îndonezya (welateke dikeve başûrê rojhilatê kîşwerê Asyayê) dagir kiribû. Di wî serdemî de Holenda yek ji mezintirîn welat bû di warê bazirganî de. Bi keştiyan ji Holenda derbazî Îndonezya dibûn. Bi direjahiya heyvan rêwîtiya wan dikêşa.
Holenda û Belçîka bi yek welat dihatine hejmartin. Lê bele li sala 1830î ev yekgirtine hate hilweşandin û Belçîka serxwebûna xwe ragehand. Herwisa Holenda ji layê welatê Spanyayê ve bi dirêjahiya 13 salan hatiye dagirkirin. Zêdebarî vî welatî pişikdarî di cenga duyem a cîhanê de kiriye.
Sistema deshilata Holendayê perlemanî ye. Herwisa welatekê Şanşîne (melikî). Holenda ji 12 parêzgehan pêk hatiye. Paytextê vî welatî Amsterdam e. Herçende Amsterdam paytext e jî lê belê Den Haag (Lahay) navenda deshilata Holendayê ye. Herwisa hemi balyozxaneyên cîhanê jî li Den Haagê bi cih dibin. Li bajêrê Den Haag baregeha Neteweyên Yekbûyî (UN) beşê dad lê heye.
Bajarên girîng ên Holendayê: Rotterdam (bi bendereke mezin ya navdar e), Utrecht navenda hatinûçuna şemendeferên Holendayê ye. Eindhoven bi bajêrê 5ê yê mezin tête hejmartin.
Zimanê fermî holendî ye. Zêdebarî diyalekta parêzgeheka bakur a bi navê Frîzlenda bi zimanê frîzî dipeyvin.
Holenda yek ji welatên dewlemend tête hejmartin. Ji ber ku li Holendayê Rotterdam bendereke cihanî heye. Bi sedan keştiyên bazirganî rojane têne vê benderê. Herwisa Bendera Rotterdamê yek ji benderên mezin ên cîhanê tête hejmartin. Zêdebarî balafirgeheka navdewletî bi nave Schiphol li Amsterdamê ye. Evê balafirgehê û bendera Rotterdamê helbet kartêkirineke mezin ya heye ji layê aborî ve. Holenda di warê pişesazî, kişt û kalî û teknolojî de jî ya pêşketiye.
Holenda bi dewlemendiya cureyê gulan navdar e. Hersal bi bihaye milyonan ev gul têne firotin.
|
Çavkanî[biguherîne]
- ↑ "Regionale Kerncijfers Nederland" (in Dutch). Statistics Netherlands. 2007. Retrieved 2007-10-13.
Girêdanên derve[biguherîne]
|
|