Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
1923 – Xwendekarekî japon ê bi navê Daisuke Namba hewl da ku keyê Japonyay ê Hîrohîto bikuje.
1939 – Erdheja Ezirganê : Li bajarê Kurdistan ê Ezirgan ê erdheje bi mezinahiya 7,2 ya li gorî pîvana Richter çêbû. Di encamê de 32.962 kesan jiyana xwe ji dest da û nêzîkî 100.000 kesî jî brîndar bûn.
1944 – Navê herêma Çewlîg ê bû Bîngol .
1968 – Maşîna fezayê Apollo 8 'ê peywira xwe ya pêşî ya li derdora Heyv ê qedand û xwe berda ser Okyanûsa Pasîfîk .
1978 – Li Cemsera Başûr pileya germahiya hewayê weke 7,5 °F (−13,6 °C) hate pîvandin. Ev pileya herî bilind a tomarkirî ya Cemsera Başûr bû.
1978 – Piştî 40 saliya dîktatoriyê li Spanyay ê demokrasî hate sazkirin.
1985 – Di êrîşên ji aliyê filîstîniyan we li balafirgehên Roma û Viyanay ê pêk hatin de 18 kesan jiyana xwe ji dest da.
2001 – Di navbera Çîn û DYA 'yê de peymana daîmî ya têkiliyên bazirganiya asayî pêk hat.
2002 – Di êrîşeke li dijî baregehên Rûsyay ê yên li Grosniyê de 72 kes mirin û 200 kes jî brîndar bûn.
2007 – Serokwezîra Pakistan ê Benazîr Butto di encama êrîşekê de jiyana xwe ji dest da.
2008 – Îsraîl ê li derdora Xezey ê êrîşa hewayî pêk anî. Di encamê de 230 kes mirin û bêhtirî 400 kesî brîndar bûn.
(Cejn ku di vê rojê de tên pîrozkirin)