Turgut Özal

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Turgut Özal
Turgut Özal cropped.jpg
Serokkomarê Tirkiyeyê yê berê Turgut Özal
Roja jidayikbûnê 13'ê kewçêra 1927
Meletî
Roja mirinê 17'ê avrêla 1993
Enqere
Hemwelatî  Tirkiye
Eslê xwe Kurd
Dîn Îslam (sunî)
Malbat Etmankî
Zarok 3
Pîşe Siyasetmedar, serokkomar
Şanenav
Turgut Özal Signature.svg

Turgut Özal, carina jî bi kurdî Turgut Ozal (z. 13 kewçêr 1927 li Meletî - m. 17 avrêl 1993 li Enqereyê), yek ji serokkomar û serokwezîrên navdar ên Tirkiyeyê ye.[1]

Bavê wî Kurdekî ji Çirmikê a Meletîyê, daye wî jî ji Melkişî, Dêrsîmê bû.

Di sala 1950'î de xwendina xwe ya endazyariya elektronîkê li Zanîngeha Teknîkî ya Stembolê bi dawî dike. Du sal şûnde bo xwendina bilind ji aliyê fîrmaya ku lê dixebitî tê şandin û vegerê dîsa li heman fîrmayê kar dike. Sala 1958'an de Turgut Özal dibe serokê sekretarya komîsyona pêşvebirinê ya dewletê. Di sala 1960'î de li Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn dest bi mamostetiyê dike.

Di sala 1966'an de dibe di hikûmeta hemandemî de wekî teknîker cih digire. 1971'ê de li IMF'ê dest bi xebatê dike. Herwekî di gelek fîrmayan de wekî plansaz cih digire.

Piştî destdayîna leşkeran a li ser dezgehên dûgelê, di hikûmeta Bülent Ulusu de wekî cîgirê wezîrê karê aboriyê berpirsiyar dibe. Di 20'ê gulanê 1983'yan de partiyeke bi navê Anavatan Partisi (Partiya Welatê Dayikê) dadimezirîne û serokatiya wê dike. Di hilbijartinên fermî yên 6'ê sermawezê 1983'yan biserdikeve û heya 1989'an serokwezîrtiyê dike. Di 31 kewçêr 1989'an de bo serokkomariyê tê hilbijartin û heya mirinê didomîne.

Cihê Özal di dîroka Tirkiyeyê de[biguherîne]

Hin ronakbîr Özal wekî duyemîn girîngtir kesê di dîroka Komara Tirkiyeyê de dinirxînin. Di dema wî de polîtîkayên lîberal bo cara pêşîn dikeve Tirkiyeyê. Dixwaze bandora bûrokrasiya dûgelê û ya leşkeran li ser xebatên hikûmetê û jiyana rojane kêm bike. Ji bo pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê, pirsgîrêka kurd çareser bike hin gavên wêrek davêje.[2] Bi dizî têkilî bi PKK'ê re datîne û dixwaze PKK agirbestê îlanbike. Li ser daxwaza wî PKK hin gavan davêje. Lê rojberoj, mihalefateke mezin li dijî wî tê lidarxistin. Artêşa tirk naxwaze Özal biserbikeve û çi ji destê wê tê dike. Li dijî Özal çalakiyên kuştinê tên organîzekirin. Özal carekê ji destê xwe birîndar dibe.

Özal hin caran mecbûr dimîne ku di riya artêşê de bimeşe û biryarên ku artêşê bo Kurdistanê digirtin mor bike.[3] Avakirina OHAL (Olağanüstü Hal - Desthilatiya herêmê (Kurdistanê) ya awarte), damezrandina hêzên cerdewanan (bi tirkîKoruculuk sistemi), valakirina gundên kurdan û koçberkirina wan ji Kurdistanê hwd di dema Özal de hatin pejirandin û ketin rojevê.

Mirîne Özal û Şikên Mezin[biguherîne]

Turgut Özal roja 17'ê avrêlê 1993'yan ji vegera xwe ya ji Azerbeycanê bi mirina masûlkeyên dil jîyana xwe ji dest dide. Lê di heman demê de malbata wî û bijîşkê wî yê taybet didin xûyakirin ku "di mirîne wî de şik heye, Özal bi rêkûpêk di sehêti rewşa bêxên koronar de bûye û ew hatiye jehrkirin". [çavkanî pêwîst e] Hin rêxistinên rastgîr ên dewletê jî piştî mirîne Özal daxûyakirin ku Özal "cahşê welat bû û hate siza kirin". [çavkanî pêwîst e] Mirîne Özal hêj jî tê guftûgokirin. Özal zewicî bû û xwedî 3 zarokên bû.

"Dapîra min Kurd e, Ez jî Bingeh Kurd im"[biguherîne]

Özal di rêzanîyê de erdem bingeh Kurdbûna xwe di anî her tim. Wî dixwest pirsgirêkî Bakurê Kurdistanê di nava sazûmanîya Komara Tirkiyeyê de were çareserkirin û Tirkiyeyê bi cîhana lîberal a rojava re bibe hevalbend. Ji bo tevlîbûna YE'yê gelek xebat dikir. Özal dema desthilatdarîya xwe de nasyarî bi DYA'yê re dimeşand.[4] Di seremoniya binerdkirina wî de bi sed hezaran mirov kom dibin.

Çavkanî[biguherîne]

  1. Purvis, Andrew (2003-07-27). "Not Just Business As Usual". TIME. Retrieved 2008-08-14. 
  2. Dündar, Can (2002-01-08). "'Özel Harp'çinin tırmanış öyküsü". Milliyet (in Turkish). Retrieved 2006-01-28. 
  3. "Kartal Demirağ'a 20 yıl hapis cezası". Hürriyet (in Turkish). Anadolu Ajansı. 2008-12-31. Retrieved 2009-01-04. 
  4. Internationalism is the only response to the Kurdish issue (2013)

Girêdanên derve[biguherîne]