Thomas Alva Edison

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Thomas Alva Edison (1878)
(en) A Day with Thomas Edison (1922)

Thomas Alva Edison (* 11'ê Reşemî 1847 li Milan, Ohio; † 18'ê Cotkar 1931 li West Orange, New Jersey) afirendêrê elektrîkê û yek ji kaşîfên navdar ên DYA ye.

Edison tenê bi qasî çend mangî çûye disbistanê. Zaroktiya wî bi xebatê, firotina hêsanxwarinan li metro û trênan derbasbûye. Li cem J.U. MacKenzie li Mount Clemens, Michigan perwerdeya telegrafê dibîne. Pênc salî, ji 1863 heya 1868 ew wekî telegrafker li Stratford (Ontario), Indianapolis, Cincinnati, Memphis, Louisville û Boston dixebite.

Di sala 1868'an de yekemîn car patenta alavekê ku deng bi hêza elektrîkê vediguhêzîne werdigire. Saleke şûnde li New York fîrmayek dadimezirîne.

Di 18'ê Tîrmeha 1877'an de keşfa fonografê dike û yekemîn car mirovek dengê xwe yî tomarkirî dibîhîse. Di tomarkirina yekê de gotina "Hello" hatiye bikaranîn. Edison di jiyana xwe de gelek keşfan û pêşxistinan dike. Wekî dîktafon, kînematograf, fîlmkamera, makîneya rontgenê, alava bihîstinê bo kerran hwd.

Thomas Alva Edison, di 28'ê gulana sala 1902'an de pîl îcat kir.

Edison ji bi artêşa DYA jî gelek alavan çêdike, Dîsa kursiya elektrîkê ya ku bo cezayê îdamê tê bikaranîn jî çêdike. Herçendî ji kongreyê xelata mezin distîne jî ji ber pêşxistina alavên kuştinê di artêşê de û çêkirina kursiya elektrîkê ve ji aliyê gelekan ve hatiye rexnekirin.

Çavkanî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]

Wikiquote-Logo q:
Di Wîkîgotin da gotarek li ser Thomas Alva Edison heye.

Şablon:Link FA

Şablon:Link FA