Rainer Maria Rilke

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Rainer Maria Rilke

Rainer Maria Rilke (Prag 1875 - Val-Mont 1926) helbestvanê alman e.

Kurê karmendekî rêya hesinî ye.Piştî ceribîna neserkevtî ya Dibistana Leşkerî, Dîroka Huner û Wêjeyê xwend.

Çar helbest ji pirtûka wêneyan (kurmacîkirin: Ebdulrehman Efîf)

Helbestvan[biguherîne]

Xwe didûrînî ji min, tu çaxjimêr.

Di min de dikole birînan

Baskê lêxistina te.

Tenê me: bi devê xwe

Çi bikim?

Bi şeva xwe?

Bi roja xwe ?


Nîne ti yara min

Ti mal

Ti war nîne bijîm lê

Tişt tev

Ên didim wan xwe

Didewlemendin

Û hejar min dihêlin.


Gazin[biguherîne]

Ax çipirr hertişt dûr e

Û jizûve vebihuriye.

Dibawerim, stêr,

Ya ji wê biriqandinê digirim,

Ji hezarsalan ve mirî ye.

Dibawerim, di qeyik de,

Yê vebihurî,

Min tiştekî tirsnak bihîst.

Li malê seet

Tingiya...

Li kîjan malê?

Dixwazim ji dilê xwe derkevim

Bi berê ezmanên mezin ve.

Dixwazim bilimêjim.

Û yek ji stêrkan gişan

Divê hîn hebe.

Dibawerim, ez wê dinasim,

Ya tenê

Jiya, -

Ya wek bajarekî spî

Li dawiya tîrêjekê li ezmanan radiweste...