Zimanê tirkî
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Tirkî hate beralîkirin)
Tirkî, romî | ||
---|---|---|
Türkçe | ||
Welatên lê tê axaftin | Tirkiye Îraq Azerbaycan |
|
Herêm | Anatoliya û Balkan | |
Axiverên zimanê zikmakî | 85.000.000 | |
Malbata zimanî | Zimanên altayî | |
Şiklê kevn
Selçûqî
|
||
Rewşa fermî | ||
Welatên lê zimanê fermî ye | Tirkiye Komara Tirk a Bakurê Kîprosê Kîpros |
|
Sazkerên ziman | Türk Dil Kurumu | |
Kodên zimanê | ||
ISO 639-1 | tr | |
ISO 639-2 | tur | |
ISO 639-3 | tur | |
Firehbûna zimanê tirkî: |
Zimanê tirkî yan zimanê romî, zimanê tirkan e û roja îro zimanê fermî yê Tirkiyeyê ye. Zimanekî ji malbata zimanên altayî ye.
Zimanê tirkî ku niha li Tirkiyeyê tê axaftin. Jimara kesên ku pê diaxivin li dor 63 milyon kes e. Tirkî gelek peyv ji zimanên kurdî, erebî, farisî û demên dawî de ji îngîlîzî jî girtine û ji aliyê çend kesan, bi emrê Ataturka tirkan hatiye afirandin[çavkanî pêwîst e].
Herwiha ev ziman bûye sedema pişaftina kurdên bakur. Vê çaxê kurdên ku li Kurdistana bakur ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin, hema bêje bi temamî kurdî zanin. Zanîna zimanekî biyanî bêguman xwedî feyde ye, lê ya kambax ew e ku, kurdên bakur vî zimanî ji ya xwe bêhtir dizanin. Ev pişavtina kurdan bi xwe re tîne.
Binêre jî[biguherîne]
Wîkîpediya bi tirkî. |