1925 – Li Amerîkayê di encama bablîsok û bagerê de 900 kes mirin.
1948 – Wezîrê karê derve yên welatên Belçîka, Fransa, Holand, Îngilistan û Lûksemburgê beymana Brûkselê mohr kirin. Peymana di navbera van dewletan de tevî hevkariya civakî û çandî de parastineke kolektîf ya bi 50 sal muhdet pêş didît.
1959 – Yekem filîma dahênerê ekola Pêlên Nûyê ya frensî, derhêner Jean Luc Godard "Evîndarên Serserî" li Fransayê hate nîşandan. Di wan salan de, di nava vê ekolê de ev filîm girîngttirîn nimune ye.
1963 – Li Baliyê çiyayê Agung ê volkanîk teqiya, di encamê de 11.000 kesan jiyana xwe ji dest da.
2004 – Li Kosovayê albanan êrîşî serban kir. Di encamê de 16 serb û 11 alban mirin. Herwiha 100 serb û 300 alban jî brîndar bûn.