1947 – Serokê Komara Kurdistanê ya Mahabadê Qazî Muhammed, Wezîrê Parastinê yê Komarê Mihemed Hûseynê Seyfî Qazî, û endamê parlemena Îranê Sadrî Qazî ku di heman demê de biryarê Qazî Mihemed bû, li Meydana Çarçira ya Komara Mahabadê hatibû îlan kirin, hatin dardekirin. Ev dîrok li gorî salnemya Seyfî dibe, 10ê meha 1ê 1326.
1918 – Ji bo sûdwergirtina ji tava-rojê pergala katjimêra havînê cara yekem li Amerîkayê hate pêkanîn.
1923 – Yekem maratona dansê li New Yorkê bi dirêjahiya 27 saetan hate kirin.
1948 – Endamên rêxistina kontr-gerîlla Hanagahê trena Hayfa-Yafayê rûxandin, di encama bûyerê de 40 filîstînî mirin.
1986 – Balafira rêyên-hawayê ya Meksîkayê, Boeing 727 kete xwarê, 167 kes mirin.
1991 – Xelkê Başûrê Kurdistanê ji ber êrîşên dewleta Îraqê, dest bi koçberiyeke mezin kirin ku bi milyonan kes ji cih û warên xwe bûn û derketin dervehî sînoran.