Heleb

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Heleb
Halab
Aleppo-collage-2011.JPG
Dîmenine ji Helebê
Heleb (Sûrî)
Heleb
Nexşeya cihan Sûrî
Kargêrî
Dûgel  Sûrî
Parêzgeh Heleb
Demografî
Gelhe 1.959.515 (2012)
Erdnîgarî
Rûerd 190 km²
Bilindayî 379 m
Koordînat 36° 12′ 0″ Bakur
      
37° 9′ 47″ Rojhilat
 / 36.2°Bk 37.16306°Rh / 36.2; 37.16306
Nexşe
Aleppo districts (ku).PNG
Nexşeya parêzgehê

Heleb (bi erebî حلب‎, Halab; ji bo ewropiyan weke Aleppo tê naskirin; bi ermenî Հալէպ, Haleb; aramî Hadad an Halab) parêzgeh û yek ji mezintirîn bajarên Sûriyê ye û yek ji bajarên herî kevnar e li herêmê. Ev bajar dikeve bakur-rojavayê wî welatî, nêzîka 360 km ji Şamê bi dûr dikeve.

Navên Helebê[biguherîne]

Ji xeynî navê Heleb, bi zimanê erebî, wek Leqeb û Heleb eş-Şehbe, ango "Heleba gewr" jê re tê gotin. Akkadiyan jî jê re digotin Halab an Halap (û wisa jî Hallaba, Halba, Halbi, Halpa hatî nivîsandin[çavkanî pêwîst e]. Di jêderên kevne-misriyan de, bajar bi navê hlp dihat nasîn. Bi ûgarîtî û aramî jî wek hlb dihat nasîn[çavkanî pêwîst e].

Dîrok[biguherîne]

Yek ji cihên dîrokî, ku li Helebê herî zêde tê naskirin Kelheya Helebê ye. Ev kelhe pir kevin e û bi şêweyê xwe yê îro ji aliyê eyubiyan ve hatiye avakirin.

Rûniştvanên Helebê[biguherîne]

Piraniya helebiyan erebên sunî ne, lê hejmareke mezin ji niştîvanên bajarê Helebê û navçeyên wê kurd in. Her wekî din, ermeni, turkman, sûryanî, çerkez, çêçan û ernewût jî li wir bi cî dibin. Dor 15-20% ji helebiyan mesihî ne.

Sabûna navdar a Helebê[biguherîne]

Vaye demek dirêj e (ji sedsala 7'an de) ku li Helebê sabûn tê çêkirin û firotan. Sabûna Helebê, ê ku ji zeytê zeytûnan û zeytê xarê tê kelandin, netenê li rojhilatê, lê belê li seranserî cîhanê deng vedayî. Piraniya zeytê ji navçeya Kurdaxê (Efrîn), a ku dor 40 km li bakur-rojavayê Helebê dikeve, tê anîn. Îro, li Helebê nêzîka 60 sabûn-karxane yên biçûk hene û piraniya wan bi dest malbetan de ne.

Galerî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]

Heleb, bi hiyeroglîfan
Aa1
D21
Z3 D58 G29 N25

Chalba
ẖrb3
Heleb


36°12′00″Bk 37°09′47″Rh / 36.2°Bk 37.16306°Rh / 36.2; 37.16306

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)

Şablon:Link FA