1909 – Almanya, Avusturya û Îtalyayê danxûyakirin ku Serxwebûna Bulgaristanê nas dikin.
1933 – Rêxistina polês ya girêdayî Naziyan "Gestapo" hate damezirandin.
1945 – Li Avusturyayê komara duyemîn hate îlankirin.
1945 – Dîktator Benîto Mûssolinî û xoşewîsta wî Clara Petacci dema ku li ser rêya revêne, ketin destê partîzanan de û hatin înfazkirin. Cesedên wan ser bi jêr hatin daliqandin.
1953 – Li Koreyê hevdîtinên agirbestê ji nû ve destpêkirin.
1953 – Di navbêra Misir û Îngîltereyê de hevdîtinên kanala Sûveyşê destpêkirin.
1974 – Li Baliyê balafira PanAm kete xwarê~: 107 kes mirin.
1997 – Gerîllayê Kurd Mehmud Yildirim yê bi navê kod Ferman (di sala 1976an de li Kerboranê hate dinê, di sala 1993an de li Gabarê tevlî nav refên gerîlla bû) li herêma Kerboranê di serdegiritina Girê Tîro de jiyana xwe ji dest da.
1999 – Gerîllayê Kurd Xeyrî Denîzxan yê bi navê kod Welat ( di sala 1974an de li Dîcleyê hate dinê, di meha kanuna sala 1998an de li Bursayê tevlî nav refên gerîlla bû) li Xakûrkê Berbizina-Şehîtsîpan jiyana xwe ji dest da.