1930 – Serokê efsanewî yê Hindistanê Mahatma Gandhi, dest bi meşa xwe ya navdar ya bi navê Meşa Xwê kir. Meşa wî 350 kîlometer e bû û 24 rojan berdewam kir, bi hezaran hindî beşdar bûn.
1965 – Karkerên kargeha Kozlu, Karadon, Gelîk û Kîlîmliyê ji bo şermezarkirina bê adaletiya di belavkirinê de ya Karxeneya Komirê ya Tirkiyê (TKÎ) daneketin ser kar. Li ser vê yekê polês Tirk gule bera ser karkeran da; 2 kar mirin, 50 karker birîndarbûn.
1971 – Li Tirkiyeyê artêşê darbeyeke leşkerî pêkanî û dest danî ser rêvebiriyê. Di derbeyê de bi hezaran kes hatin girtin û gelek kes hatin bi darvekirin. Di wê demê de serokwezîrê hikumetê Süleyman Demirel bû. Di heman rojê de Suleyman Demîrel îstîfa kir.
1979 – Di salvegera darbeya leşkerî de xwepêşandanên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Xwepêşandanên li Enqere û Izmîrê rastî êrîşa polêsan hatin. Li Akhîsarê di navbêra komên çep û polêsan de jî şer derket. Li vî şerî de polêsek mir, 25 kes jî hatin binçavkirin.
1993 – Li bajarê Hindistan, Bombayê di encama êrîşeke bombeyî de 317 kes mirin.
1995 – Li Stenbolê gelê taxa Gazî û Ûmraniyê li hemberî êrîşeke hêzên tarî raperîn pêk anîn. Di raperînê de bi destê hêzên dewletê 27 kes hatin kuştin. Bûyer heta 17'ê adarê dom kirin.