1987 – Tirkiye, ji bo endametiya Civata Aborî ya Ewropayê serî lê da.
1988 – Rejîma Iraqê li herêma Başûrê Kurdistanê, Germiyan û Şehrezorê dest bi Enfalê, ku bi kuştina 182 hezar Kurdistanî bi encam bû, kir. 182 hezar kurd piştî ku hatin binçavkirin hatin windakirin, kal û pîr hatin gulebarandin, Keçên ciwan ji ereban re hatin firotin û kesên destek dabûn pêşmergeyan hatin dardekirin. Yên din jî li kampên komkirinê yên li Besra, Bexda û deverên din ên Iraqê hatin komkirin.
1994 – Rojnameya Özgür Gündemê hate girtin. Di dema weşana xwe de 26 xebatkarên rojnameya Özgur Gündemê (di 18 mehan de) hatin kuştin.
1996 – Gerîllayê Kurd Avdilcelîl Ozan (di 26 Tîrmeha sala 1992an de tevlî nav refên gerîlla bibû) li herêma Culemêrgê jiyana xwe ji dest da.
1998 – Gerîllayê Kurd Gûlcan Dûndar yê bi navê xwe yê kod Agirî li operasyona ku hêzên artêşa Tirk li herêma Botan Bestayê dan destpêkirin, di şerekî li qûntara çiyayê Herekolê de jiyana xwe ji dest da. (Agirî, di mijara sala 1976an de li Selhê ya ser bi Mîdyadê hate dinê, di kanuna sala 1991ê de tevlî nav refên gerîlla bû, fermandarê yekîneyê bû)
2001 – Gerîllayên Kurd yê bi navên kod Bedran Diyar, (Bedran, ji Hezroyê û di sala 1999an de tevlî nav refên gerîlla bibû), Cesur Agirî (Cesur, ji Efrînê bû), Hogir (Ji Erganiyê bû, di sala 1984an de hate dinê, di 1999an tevlî nav refên Gerîlla bibû) Mahîr (Ji Qersê bû), Ferhat (ji Suleymaniyê bû, di sala 1997an de tevlî nav refên gerîlla bibû) li herêma Amed şehît Remziyê jiyana xwe ji dest dan.