12'ê avrêlê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
<< Avrêl 2015 >>
Du Ça În Şe Ye
1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30
Rojên salê

Bûyer[biguherîne]

Kurdistan[biguherîne]

  • 1920 – Bajarê Rihayê ji dagirkeriya fransiyan rizgar bû.
  • 1991 – Peymana agirbestê pêkhat û şerê Kendavê bi fermî bi dawî bû. Di heman dîrokê de bi qaşo armanca pêşîgirtina êrîşên Iraqê yên li ser kurdan li hêlîpana 36em "Herêma Ewlekar" hate îlankirin, lê belê dema ku xelkê kurd ber bi rizgarkirina bajarên Kerkûk û Mûsilê ve çûn, qedexeya ji bo balafiran hate rakirin.
  • 1995 – Parlemena Kurdistanê PKDW li derveyî welat hate damezrandin.
  • 1995MED TV dest bi weşana zindî kir.
  • 1995 – Rêveberê HADEP'a Edeneyê Rüstem Akar ji aliyê hêzên tarî ve hate kuştin.
  • 1997 – Komeleya Koçberan GÖÇ-DER vebû.
  • 1998 – Gerîlayê kurd Ahmet Gücen yê bi navê xwe yê kod Agir, di şerê Alîcakê de jiyana xwe ji dest da. (Sîlvan, di sala 1982an de li Sîlvanê hatibû dinê, di 15 Tebaxa sala 1998an de jî tevlî nav refên Gerîlla bibû.)
  • 1999 – Gerîlayê kurd ê bi navê kod Devrîm, li herêma Çêrmeyê jiyana xwe ji dest da.
  • 2001 – Gerîlayê kurd yê bi navê xwe yê kod Cesur Agirî, li herêma Şehît Remzî jiyana xwe ji dest da.

Cîhan[biguherîne]

  • 1931 – Qralê Spanyayê Alphonse yê XIII, bêyî ku ji textê xwe were xwarê welêt terk kir û li Spanyayê komarî hate îlankirin.
  • 1961 – Kozmonotê rûs, Alekseyevîç Yûrî Gagarîn bû yekemîn mirovê ku çû fezayê.
  • 1989 – Danezana Azadî û Mafên Bingehîn ya Parlemena Ewropayê hate qebûlkirin.
  • 1991 – Qanûnên 141/142 hatin rakirin û li dewsa wan qanûneke dijwartir, "Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê" hate anîn. Piştî ku qanûna hejmara 3713 ya Têkoşîna li Dijî Terorê derbasî pratîkê bû, azadiya derbirîn û rêxistinê hate bi sînorkirin û her wiha gelek rewşenbîr û nivîskar hatin zîndanîkirin.
  • 1995 – Saziya sîxuriya hundirîn a Rûsyayê ye, FSB, hate damezrandin.

Zayîn[biguherîne]

Mirin[biguherîne]

Cejn û salveger[biguherîne]

(Cejn ku di vê rojê de tên pîrozkirin)