Henri Bergson
Henri-Louis Bergson | |
---|---|
Henri-Louis Bergson (1910)
|
|
Roja jidayikbûnê | 18'ê kewçêra 1859 Parîs |
Roja mirinê | 4'ê rêbendana 1941 |
Hemwelatî | Fransa |
Eslê xwe | Fransî |
Pîşe | Fîlozof |
Xelat | Xelata Nobelê |
biguherîne |
Henri-Louis Bergson (z. 18'ê kewçêrê 1859 li Parîsê - m. 4'ê rêbendanê 1941 li heman derê) fîlozofekî fransî bû û di sala 1927'an de Xelata Nobelê ya wêjeyê wergirtibû.
Di malbateke bingeh cihû de jidayîkbûbû. Bavê wî polonî, dayika wî jî îrlendî bû. Ji ber bandora diya xwe bi qasî fransî, îngîlîzî jî fêrdibe. Jiyanake wî yê ji rêzê hebû. Sala 1920'an doktoraya şerefê ya zankoya Cambridgeyê digire. Perwerdeya fîlozofiya grek, sincê zanistî û polîtîk dibîne. Di destpêka şerê yekem ê cihanî de xwedî hest û nêrînên welatparêziya fransî ye. Li DYA û gelek cihan tevlî civîn û kongreyên fîlozofan dibe. Hebûnparêziyê (eksîstansiyalîzmê) gorî xwe şîrove dike û bipêşdixe. Di jiyana xwe de gelek xelatan digire. Bandora wîli gelek nivîskar û fîlozofên serdemê dibe.[1]
Hin ji berhemên Bergson[biguherîne]
- Essais sur les données immédiates de la conscience (Ceribandinek li ser xêvên rasterast ên hişarê) (1889)
- Matière et mémoire (Made û bîrkan) (1896)
- Le Rire (1899)
- Les Deux sources de la morale et de la religion (Du kanên sinc û olê) (1932)
- L'Évolution créatrice (Evolûsyona afirandêr) (1907)
- L'Énergie spirituelle (1919)
- La pensée et le mouvant (1934)