1979 – Rêxistina bi navê Bizotnewey Sosyalîstî KurdistanBSK ji Yekîtiya Niştimanî ya KurdistanêYNK cihê bû.
1982 – Ji kadroyên sereke yê PKK'ê û di heman demê de endamê komîta navendî ya PKK'ê Mazlum Dogan di roja Newrozê de li zîndana Amedê bi 3 darikên kuftikê Newroz pîroz kir û ji bo protestokirina kirinên dewletê xwe feda kir.
1983 – Kovara „Stêr" li Sûriyê dest bi weşanê kir.
1985 – Eniya Rizgariya Netewa Kurdistan ERNK hate damezirandin.
1995 – Rêxistina Yekîtiya Netewî ya Demokrata Kurdistan YNDK hate damezirandin ku Doktor Sîrwan sekreterê rêxistinê bû. Her wiha ev rêxistin ji bo Başûrê Kurdistanê yekîtiyeke xurt ava kir û piştî 3 salan bi dawî bû. Di dirêjahiya xebatên xwe de, ev rêxistin gelek caran bû hedefa êrîşên tarî û xêrnexwaz.
1995 – Dewleta Tirkiyeyê, ku heta wê rojê cejna Newrozê qedexe dikir û kesên rengê kesk û sor û zer hildigirtin êrîşî wan dikir, îlan kir ku cejna Newrozê ya tirkan e û ev bi deh salane tê pîrozkirin.
2001 – Cejna Newrozê di serî de li Amedê û li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi beşdariya zêdetirî 500 hezar kesî hate pîrozkirin.