Rojiya mirinê ya 14'ê tîrmehê

Ji Wîkîpediya
(ji Rojiya mirinê hate beralîkirin)
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

14'ê tîrmeha sala 1982'an roja destpêkirina berxwedana rojiya mirinê ya girtiyên PKK`yî ye.

Ji kadroyên pêşeng ên PKKMehmet Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Ali Çiçek û Akif Yilmaz di sala 1982'an de li girtîgeha Amedê dest bi rojiya mirinê kirin.

Kadroyên pêşeng ên PKKê, bi sedema pêkanînên îmha û înkarê yên bi 12 Îlonê re gihiştibûn asta herî bilind, dest bi rojiya mirinê kirin.

Bi van êrîşan herî zêde jî girtiyên PKKyî yên li girtîgeha Amedê hedef hatibûn girtin.

Bi hemû şêweyên êşkencê dixwestin girtiyan, ji Kurd û PKK bûna wan poşman bikin.

Kiribûn armanc ku hasreta azadiyê ya gelê kurd a di navbera salên 1970 û 1980`an de hilbû, di kesayetiya girtiyan de têk bibin.

Rojiya mirinê di nava şert û mercên wiha de dest pê kir.

Girtiyên PKKî yên di girtîgeha Amedê de li hemberî êrîşên rejîma 12 Îlonê û polîtîkayên îmha û înkarê yên li ser gelê kurd, biryara pêvajoyeke nû dan.

Endamê komîteya navendî yê PKKê Mehmet Xeyrî Durmuş di 14'ê tîrmehê de di doza Hîlvan û Sîverekê de ku li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê hat dîtin, ragihand ku ew dest bi rojiya mirinê dike.

Piştî Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akif Yilmaz, Ali Çiçek, Mustafa Karasu, Fuat Çavgun, Ali Kiliç, Bedrettin Kavak û Hamît Kankiliç jî tevlî rojiya mirinê bûn.

Kadroyên pêşeng ên PKKê, ji roja 45emîn û vir ve, rakirin nexweşxaneyê.

Roja 7'ê rezberê Kemal Pir, 13'ê rezberê Xeyrî Durmuş, 15'ê rezberê Akif Yilmaz, 17'ê rezberê jî Alî Çiçek, jiyana xwe ji dest dan.

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran