Edirne

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Edirne, an jî bi yewnanî Andrianopolis bajarekê Tirkiye li Trakya ye. Pîvana erda bajêr 6.241 km² ye

Dîrok[biguherîne]

Edirne bajarekê kevin e. Mirov li wir herî pêş de li dor sedsala 5'an b.z. de bicih bû. Dîrok de ew bi navên ciyawazî hat navkirin. Ew li ber Rom dema Trakyan de bi navê Odrysai nav kirin.

Paş Roman li Trakyan ew stand şunda împarator Hadrian di 125 b.z. de ji bo mezin kirin û çak kirina bajer ferman kir û bi navê Hadrianapolis(ango bajarê Hadrian) nav kir. Ew paşê çerixa Adrianapolis û bi dawî jî dema Osmanan çerixa rewşa îroj bû.

Ew demakê di dest Avaran de ma şunda derbaza dest Bulgar û Bîzans bû. Di 1204an de ew paş Sefera Xaçiyayê Çaram re dest leşkerên Xaçiyan ket. Li 1250 şunda Bîzans şunda dest xwe xist û di 1361an de jî Osmanan dagir kir.

Ew navbera 1365an de heta 1453an paytexta Osmanan bû.

Di sedsalan 19'an de dema şerên navbera împaratoriya Osmanî Rusan de gelek caran binket. 26'e adarê Bulgaran paş dorpêç kirinaka 4 mehan vegirtin. Împaratoriya Osmaniyê paş Şêrê Balkana Duyem ew şunda hel girt. Paş Şerê Cîhanî yê Yekê de ew heta Peymana Lozan de di dest Yewnanistan de bû. Paş peymanê re ew derbaza sînorên Trikiye bû.

Erdnîgarî[biguherîne]

Ew 220 km li rojavaya Stenbol li sînora Tirkiyeyê Yewnanistanê ye. Çemê Meriç li wir sînorên Tirkiye û Yewnanistanê pêk tî ne.