SEMİYOTÎK Çİ YE?
Mehmet YONAT
Yonat, M. (2016). Semîyotîk Çi ye?. Di nav Waneyên Zimannasîyê de.
Ed. Altınkılıç. Ü. N.r: 114-130). Diyarbakır: Lis Yayınları.)
Semiyotîk xebatên wate-çêkirin û pêvajoyên nîşanekan, û komînîkasyona wetedar e.
Ew di nav xwe de xebatên nîşanekan û pêvajoya nîşanekan (semiosis), nîşan (indication),
desîgnator, wekhevbûnî, analogy, metafor, sembolîzm, signîfîkasyon û komunikasyonê dihewîne.
Semiyotîk zêdetir bi wê aliyê zimanzaniyê ve eleqedar e ku li ser strûktûr û wateya ziman
disekine. Xebatên nîşanek û sembolan perçeyên watebar (significant) yên komunîkasyonê ne û
keveneşopiya semiyotîkê li pey kifşa wan perçeyên watebar dikeve. Ji zimanzaniyê cudatir,
semiyotîk li ser xebatên sîstemên nîşanekan yên ne zimanî jî dixebite. Semiyotîk piranî di nav sê
şaxan de tê xebitîn: semantik, sentaktîk û pragmatik (Chandler, 1997)
Bi awayekî din semiyotik; ne tenê wan nîşanekan dixebite ku em di jiyana xwe ya
rojane de bikar tînin, le heman demê de wan tiştan jî dexebite ku “temsîl”ên tiştên din in. Bi
nerîneke semiyotîk ve, nîşanek xwe bi formên peyv, wêne, deng, jest û tiştan ve nîşan dide. Lê li
gor Saussure, “semiyolojî” ew zanist bû ku wek perçeyek jiyana civakî li ser rola nîşanekan
dixebite. Li gor Charles Peirce “semiyotîk” doktirîna formal ya wan nîşanekan e ku bi mantiqê
ve eleqedar in. Ji bo wî “nîşanek… bi hin kapasîte û bergehan ve temsîla tiştekî ji bo kesekî bû.
Semiyotîkvanên hevçerx nîşanekan îzole nakin û wisa li ser naxebitin lê di nav
“sîstemên nîşanekan” de li ser wan dixebitin (wek navgîn û cure). Ew li ser vê dixebitin ka gelo
“wate” çawa tê çêkirin; ew ne tenê li ser komunîkasyonê lê di heman demê de li ser avabûn û
berdewamiya rastiyê jî hûr dibin. Semiyotîk û şaxa wê ya zimanzaniyê semantîk bi gelemperî li
ser wateya nîşanekan disekinin. Lê John Strock dibêje; semantîk li ser vê disekin ka gelo peyv tê
çi wateyê, le semiyotîk xebatên xwe de vê lêdikole; nîşanek çawa wate digrên (Chandler, 1997).
Di semiyotîkê de tu faraziyeyên teorîk, model û metodolojiyên amprîk yên berbelav
tunin ku qebûleke hevpar sitendibin. Semiyotîk bi berfirehî di meyla teorîkbûyînê de ye, gelek
teorîstên wê li pey avakirina şumûla wê û pirênsîbên wê yên giştî ketine. Mesela, Pierce û
Saussure li ser terîfa bingehîn ya nîşanekan sekinîne. Peirce senifandineke mantiqî ya tîpên
1 of 18
nîşanekan pêş xistiye. Semiyotîkvanên pey wan hatine li ser kategorîkirina kodan an edetan
(convention) sekinîne. Teoriya Saussure wek destpêka pêşketinên curbicur yên metodolojiyên
strukturalîstan e.
Teorîsyenên Bingehîn yên Semiyotîkê
Zimanzanê Swîsî Ferdinand de Saussure (1857-1913) hem avakarê zimanzaniyê hem jî
avakarê Semiyotîkê ye. Dema ew dimre li pey xwe tu berhem nahêle lê xwendekarên wî dersên
wî yên zaningehê wek pirtûk berhev dikin û ev pirtûk bi navê Course in General Linguistics
(Dersên Giştî yên Zimanzaniyê) di sala 1916an de tê çapkirin. Ji bilî Saussure zanayekî din yê
semiyotîkê felyesofê Emrîkî Charles Sanders Peirce (1839-1914) e û paşê jî Charles William
Morris (1901-1979) e ku semiyotîka behaviourist pêş xistiye. Teorîstên semiyotîkê yên modern
yên navdar jî ev in; Ronald Barthes (1915-1980), Algirdas Greimas (1917-1992), Yuri Lotman
(1992-1993), Christian Metz (1931-1993) Umbert Eco (1932-2016) û Julia Kristeva (b 1941).
Çima Semiyotîk Girîng e?
Çima Semiyotîk girîng e? Lewra, ew alîkarê me dibe da ku em “rastî”yê ne wek
hebûneke bêalî bibînin ya ku ji şîroveyên însanan azad e. Ew fêrî me dike “rastî” sîstema
nîşanekan e. Dîsa xebatên Semiyotîkê alîkarê me dibin da ku em zêdetir wek tişekî “tê çêkirin”
hay ji “rastî”yê bin û di avakirina “rastî”yê de hay ji rola xwe û yên din bin. Bi wê, em dikarin
ferq bikin, agahî û wate di dunyayê de yan jî di nav pirtûk, computer an medyaya dîtbarî-
bihîstinewer de nîne. Mene ne “transmitted” e û bi wê şiklê derbasî me nabe. Em bi awayekî
aktîf wê diafirînin û vê jî li gor wan kodên kompleks dikin yên ku bi hev re têkildar in an jî li gor
wan edetan dikin ku em hay ji wan nînin. Hay ji codên bi vî rengî hebûn hem bi xwezayî balkêş
e hem jî hêla aqil û mantiq (intellectually) ve hêz dide mirov. Em bi Semiyotîkê vê fêm dikin ku
em di nav dunyaya nîşanekan de dijîn û ji bilî nîşanek û kodên ku nîşanek di nav wan de
organîzekirî, tu rê û rêbazeke din tune ku em tiştan fêm bikin. Bi xebata Semiyotîkê ve em hay ji
vê dibin ku nîşanek û kod net in lê em di xwendina wan de dilq diguherînin. Jiyana di dunyayekê
de ku roj bi roj nîşanekên dîtbarî di nav wê de zêdetir dibin, divê em bizanibin ku nîşanekên ku
zêdetirîn realîstîk jî çawa tên xwiyanê wisa nînin. (Chandler, 1997)
Nîşanek
2 of 18
Xwesteka meneçêkirinê taybetiyeke bingehîn ya însanan e. Lewra, însan wek Homo
Significans (meneçêker) jî hatiye binavkirin. Bi awayekî cuda ji afirîdeyên din, em meneya tiştan
bi afirandin û şîroveya nîşanekan ve dest dixin. Ji bo vê Peirce dibêje; “Em tenê dikarin di nav
nîşanekan de bifikirin.” nîşanek formên peyv, resm, deng, bêhnên xweş û nexweş, kirin an tiştan
digrê. Lê ev tişt di xwezaya xwe de tu mene nahewînin û tenê wexta di nav meneyekê de bin,
dikarin bibin nîşanek. Dîsa Peirce dibêje; “Tiştek heta wek nîşanekek neyê şîrovekirin, nikare
bibe nîşanek.” Tiştek heta bibe şîroveya tiştekî dikare bibe nîşanek, yanî divê ew ji xwe wêdetir,
îşaretê tiştekê bike yan ji bo tiştekê hebe an refereyê tiştekê bike. Bê ku haya me pê hebe, em
têkiliya nîşanekan bi sîstemên nas re datînin û wan wisa şîrove dikin. Vê halê nîşanekan di
merkeza xebatên semiyotîkê de ye. (Chandler, 1997)
Du modelên bingehîn henin yên ku terîfa semiyotîk û nîşanekan dikin. Yek ji wan
modelan bi pêşengiya Ferdinand de Saussure û ya din jî bi pêşengiya felyesof Charles Sanders
Peirce ve hatiye kirin. Em ê niha pêşiyê li ser modela Saussure û paşê jî ya Peirce bisekinin.
1- Semiyotika Saussurerew
Li gor Saussure dunyaya fikr û ramanan, materyalan girseyek bê şikl e. Ziman jî ew
amûr e ku van fikr û raman û dengan ji hev derdixe. Li gor vê ziman karê kombînasyona di
navbera fikr û raman, û dengan de dibîne (Bircan, 2015: 60). Fikrên Saussure Ii Ewrûpayê wan
fikr û ramanên beriya wî yên di derbarê zimên de guherand û vê ew kir pêşrewê zimanzaniyê
struktûralîst. Lewra, li Ewrûpayê ziman wek qadek dîrokî dihat dîtin lê Saussur bi fikrên xwe ve
vê rûxand (Bircan, 2015: 46). Xebatên wî yên zimanzaniya structuralîst hem di gelek qadên
zanistên civakî de hat bikaranîn hem jî di antropolojiya Levi Strausseê de, Semiyotika Barthes
de, deconstractiona Derrida de û nirxandina metnan ya Dristeva de dertê pêşiya me (Bircan,
2015: 44).
Li Gor Saussure Têkiliya Zimanzaniyê û Semiyotikê
Saussure di vê baweriyê de ye; “Ji bo fêmkirina xwezaya pirsgirêkên semiyolijiyê, tu
tiştek qasê xebatên zimên guncav nîne.” Semiyotîk ji konseptên zimanzaniyê gelek fayde hildide.
Lewra, ev zanist gelek di bin bandora Saussure de maye û dîsa seba zimanzanî di nav xebatên
sîstemên nîşanekan de dîsîplîna muhkemtirîn e.
3 of 18
Saussure zimanzaniyê wek şaxeke semiyolojiyê dibîne. Lewra, li gor wî, qanûnên ji bo
semiyolojiyê werên tayînkirin wê ji bo zimanzaniyê jî bikaribin werên bikaranîn. Dîsa ew dibêje;
“Bi min, pirsgirêkên zimanzaniyê ewil û di serî de pirsgirêkên semiyolojîk in. Gelo semiyotik
şaxa zimanzaniyê ye yan zimanzanî şaxa semîotîkê ye? Ev pirs ji bilî Saussure ji hêla hin
nivîskarên din ve jî hatiye nîqaşkirin. Ji bo vê meselê Roland Barthes dibêje; “Belkî, divê em
formulasyon û îddiaya Saussure bi vê şêweyê ser û bin bikin; semiyolojî şaxeke zimanzaniyê
ye.” Lêbelê, her çiqas em ji hêla teorîk ve zimanzaniyê di nav semiyotikê de cih bikin jî, em ê
nikaribin xwe ji adaptekirina modelên zimanzaniyê ji bo kişifkirina sîstemên din yên nîşanekan
dûr bigrên.
Nîşanek
Saussure modeleke dyadic pêşkeş dixe. Di terîfa wî de
nîşanek ji nîşandêr (signifier) û ji nîşanbar (signified) pêk tê.
Nîşandêr ew form e ku nîşanek wê distîne û nîşanbar jî ew konsept
yanî fikra razber e ku wê nîşanekê temsîl dike. Di vê çarçovê de,
nîşanek wê giştiyê ye ku di encama têkiliya nîşandêr û nîşanbar de
dertê meydanê. Nîşanek çawa giştî ye, mene (signification) jî têkiliya
di navbera nîşandêr û nîşanbar de ye. Saussure têkiliya perçeyên
nîşanekan di diyagramê de nîşan daye. Di wê diyagramê de, tîrên jor
û jêr nîşan didin, nîşanên meneyê ne (signification) û xeta di navbera nîşandêr û nîşanbar de jî
nîşanekê dikin ku ew du element in (Chandler, 1997).
Wek ku me li jor jî got; di diyagrama Saussure ya derabarê nîşandêr û nîşanbar de, xeta
di navbera nîşandêr û nîşanbar de dihat wê meneyê ku ev her du ji hev cuda ne. Her çiqas ev xet
wan ji hev cuda bike jî Saussure van her du terman wek du aliyên pelekê dibêne; yanê ew ji hev
nayên veqetîn û bê hev nabin. Yanê yek ya din tîne bîra mirov. Ew ji ber ku bi temamî bi hev ve
tên qebûlkirin, Saussure dibêje; hebûna yekî pêşiya ya din nîne. Lê eger em bipirsin ka gelo çima
wê xetê di wê diyagramê de hatiye xêzkirin, wê çaxê jî Sussure dibêje, me vê ji bo armancên
analîtîk wiha kiriye. Lê teorîstwanên post-binyadger dixwazin vê xetê ji holê rakin.
Em ji bo nîşandêr û nîşanbar mînakeke zimanzaniyê bidin, Mesela, peyva “vekirî”-ku
li ser dikanekê hatiye nivîsîn- nîşandêr, peyva “vekirî” bi xwe ye; û nîşanbar jî wê fikra razber e
4 of 18
ku tê vê meneyê ev dikan ji bo kar vekirî ye. Nîşanekek mecbûr e xwediyê nîşandêr û
nîşanbarek be. Mirov nikare bi temamî nîşandêreke bêmene yan jî nîşanbareke bêform bifikire.
Mesela, peyva “vekirî”yê dibe ku ji bo nîşanbareke din were bikaranîn wek “vekirî”a ku li ser
devika şûşeyek hatiye nivîsîn. Di vê rewşê de, ev nîşandêr dibe nîşaneke din, lewra nîşanbarê
wê guherîye. Nîşanekekî zimanzaniyê têkiliya di navbera tiştek û navê wê tiştê de nîne, lê
têkiliya di navbera şablona deng û konsepta wê de ye. Şablona deng di eslê xwe de ne deng e;
lewra deng tişteke fîzîkî ye. Şablona deng fêmkirina pîskolojîk ya wê dengê ye ku ji hêla hîssên
kesek ve tê hîskirin.
Li gor Saussure, nîşanek ancax dikarin wek perçeyeke sîstemeke razber(abstract) û
formal were fêmkirin. Bi konsepta wî, mene referantial nîne lê relational û strûktûral e; yanê
têkiliya tiştan mene dide tiştan ne ku tişt di eslê xwe de xwediyê meneyekê ne. Saussure
nîşanekan wek hebûnên bingehîn qebûl nake, lê li gor wî, nîşanek refereyên hevdu dikin. Yanê,
di sîstema zimên de, “her tişt girêdayê têkiliyan e”. Tu nîşanek bi serê xwe meneyeke xwe tine,
lê tenê bi têkiliya nîşanekên din ve mene digrê.
Qiymet (value) û Mene (signigication)
Tiştê ku Saussure wek qiymeta nîşanekê îfade dike, têkiliya di navbera nîşanekê bi
nîşanekên din yên wê sîstemê re ye. Yanê, tu qiymeteke nîşanekekê bê nîşanekên din yên di wê
contekstê de nîne. Saussure ji bo wê meselê zelaltir bike analojiyekê bi leyistika kişikê ve bikar
tîne û dibêje; qiymeta kevirên kişikê girêdayî cihê wan e. Lê di aliyê din de mene (signification)
girêdayî her du perçeyên nîşanekê yanê girêdayê têkiliya di navbera nîşandêr û nîşanbar de ye.
Mesela, Saussure ji bo mesela qiymetê (value) vê mînakê dide. Peyva “mouton”a (mî)
Firansizî di îngîllîzî de di meneya “sheep” (mî) de tê bikaranîn lê qiymeta wan ne wek hev e. Ji
bo vê gelek sebep henin lê ew tenê bi taybetî behsa vê kiriye; di îngîlîzî de, peyva ji bo goştê vê
heywanê tê bikaranîn û wek xwarin tê pijandin ne “sheep” e lê “mutton” e. Lê di firansizî de
mouton ji bo herduyan tê bikaranîn. Dêmek mahiyeta vê peyvê di du zimanan de cuda ye û em
qiymeta wan bi têkiliya wan ya di kontekstê ve dikarin derxin meydanê (Chandler, 1997).
5 of 18
Negativî û Dîfferentialî
Saussure behsa negativitî û oppositionalitiya cudahiyên di navbera nîşanekan de dike.
Têkiliya kilîdî ya analîza binyadgeran li ser opposîtîona dualî ava dibe (wek xweza/çand,
jiyan/mirin). Saussure dibêje; di çarçoveya naveroka wan de, konsept ne ku bi awayekî pozîtîvî
lê bi awayek negatîv tê terîfkirin. Tişta ku her konseptekî karakterîze dike ew tiştin ku tiştên din
ne ew in. (What characterizes each most exactly is being whatever the others are not). Dibe ku ev
gotin hişê mirov tevlihev bike. Lê ji bo terîfa vê em mînakek bidin. Mesela, eger em bixwazin
peyva “sor”a kurdî hînê yekê kurdînezan bikin, gelo em ê çawa hîn bikin? Muhtemelen em ê
gelek tiştên sor nîşanê wî kesî nedin, lê bi awayek rihettir em ê pêşî gelek tişt bidin ber hev yên
ku xwediyê karakterîstîkên cuda yên teybet in (divê karekterîstîkên wan ne reng bin ji bilî tişta
sor) û paşê ji nav wan wê tiştê hilbijêrin ku karekterîstika wê ya bingehîn reng û sor e. Bi vê
awayî em ê rihettir bigihêjin armanca xwe.
Wexta nîşandêr û nîşanbar ji hev cûda tên fikirîn, negatîvîtî û dîffîrentialitî dertê
meydanê. Lê nîşanek ku combînasyona van herduyan e, termeke pizîtîf e. Saussure lê zêde dike û
dibêje, wexta em, bi kombînasyoneke pizîtîf ve, nîşanekek bi nîşanekeke din re difikirin, wê çaxê
terma cuda (dîfferent) ji holê radibe û êdî ev herdu nîşanek ji hev cuda nînin lê tenê ji hev dûr in
(distinct).
Rasthatîtî (Artbitrariness) Edetî (Conventional)
Li gor semiyotîkên Saussurerew, tu têkiliyeke mecbûrî, bingehîn, dîrekt û mîsoger di
navbera nîşandêr û nîşanbar de nîne û vê yekê jî Saussure bi terma rasthatîtiya nîşanekan
(arbitrariness of the sign) ve terîf dike. Di ziman de, tu eleqeya forma nîşander (hem deng hem jî
halê wê yê nivîskî) bi nîşanbara wî (yanê di fikra ku ji ber wê deng an nivîsa wê nîşandêrê di
hişê me de rû dide) re nîne. Yanî tu meneyeke “dartiyê” di peyava “dar”ê de nîne (Chandler,
Sign). Bi gotinek din, nîşanbarek ku nîşandêrek tîne bîra mirov, dibe ku rasthatî têkeve formek;
lewra ew nîşandêr ji bo wê nîşanbarê bibe nîşandêrek tu pêdiviya wê tune ku meneyek taybet an
bingeh hilde (Bircan, 2015: 49; Culler, 1985: 24).
Prensîba rasthatîtiyê ne tiştekî nû bû. Pêşiya Saussure, Arîsto û Platon jî behsa vê yekê
kirine. Platon di Cratylus Hermogenesê de dibêje; Socrates qebûl dikir ku her çi navî tu bidî
tiştekê ew nav ji bo wê tiştê ya rasttirîn e; eger tu dev ji wî navî berdî û wî bi navekî din ve
buhuherînî, navê nû ji navê pêşiyê kêmtir rast nîne. yanê qasê wê rast e. Yanê, tu navek di
6 of 18
xwezaya xwe de aîdê tiştekî nîne. Tişta ku Saussure ji vê yekê zêde kir jî ev bû ku nîşanekên di
nivîsînê de tên bikaranîn jî rasthatî nin. Mesela, tîpa “t”yê tê eleqeyeke xwe bi dengê wê re nîne.
Rasthatitiya nîşanekan consepteke radîkal e. Lewra ew di têkiliya rastî û ziman de
otonomiya ziman derdixe meydanê. Yanê, li gor vê, ziman ji rastiyê “eks” nake lê wê ava dike.
Em dikarin bi ziman terîf bikin ka çi di dunyayê de heye û çi tine. Seba em dikarin bi hemû
zimanan ve vê bikin û wê zimanê ku em di nav wê de hatine dunyayê, bi wê jî em dikarin vê
bikin. Nexwe, zimanê me rastiya me wê diyar bike ne ku rastiya me zimanê me. (Sturrock, 1986:
79). Lê kesên wek Ogen û Rîchards vê nêrînî rexne kirine û gotine ji bo konteksta civakî
bikaranîna vê ne rast e lê belkî ji bo textên dîrokî rast be. Dîsa ji bo dengên onomatopoetîk jî hin
îtîraz hatine. Lê Saussurerewan cudahiya heman dengî di zimanên cuda de gotina wan ya
curbicur wek delîlek tîne ku ev jî rasthatî nin.
Ev pirensîba rasthatîtî eger bê sînor were tetbîqkirin, wê çaxê wê kaos derê. Eger bi her
awayî nîşanekên zimanî wek rasthatîtî were hesibîn, wê demê ziman nikare bibe sîtemek û
fonksîyona wê ya comînîkasyonê wê xirab be. Saussure ji bo vê dibêje; “zimanek bi temamî ne
rasthatî ye lewra sîstem xwediyê rasyonalîteyeke diyar e. Nîşanek ne bi awayekî ekstralînguistik
lê întralînguistik tê çêkirin. Mesela, divê nîşandêr ji combînasyoneke baş-çêbûyî were avakirin.
Dîsa, peyvên hevedudanî wek “xweşmêr” bi temamî rasthatî nînin lê ji kombînasyona tu
nîşanekên bi mene hatiye çikirin. (Rewil û crocodile)
Her çiqas rasthatîtiya nîşanekan were qebûl kirin jî ev şexsî nîne. Divê di nav civatê
de ev tişt were qebûlkirin. Ji bo ku were qebûl kirin jî divê di nav wextekî de roj bi roj ew were
çêkirin. Yanê, nîşanek wexta çê dibin girêdayî civat û çandê ne û ev jî taybetiya nîşanekan ya
adetî (conventional) derdixe meyadanê. Saussure, dil göstergesinin hem değişmez hem de
değişebilir olduğunu ileri sürer. Bi gotinek din, her çiqas nîşandêr hilbijartinek azad e ji bo fikra
razber ya di hiş de lê dîsa jî ji hêla civata ku wê bikar tîne ve ne azad e, tiştek mecbûrî ye
(Bircan, 2015: 46; Saussure, 1985: 77)
Mesela meneya peyvek ji ber wê sedemê tê wê meneyê ku hemû civat li ser wê
meneyê hemfikr in.
Ziman (Langue) û Gotin (Parole), û Senkronîk û Diakronîk
7 of 18
Saussure di pêvajoya xebatên xwe yên li ser semiyotikê de, termên ziman(langue) û
gotin (parole) pêş xistiye. Li gor wî, ziman(langue) dihat wateya sîstema qanûn û edetan. Ev
qanûn û edetên bikaranîna zimanî girêdayî şexsan nîne û ji berê ve hene. Lê gotin(parole)
bikaranîna van qanûn û edetan bû. Cudahiya di navbera ziman û gotinê de wek wê cudahiyê ye
ku di navbera qod û peyamê, strûktûr û bûyerê, û sîstem û bikaranîna wê sîstemê, tekst û
kontextên sipesîfîk de henin. Saussure gotinê zêdetin li ser ziman hûr bûye. Ji bo semiyotîkvanên
Saussurerew, tiştê girîngtir wek giştî strûktûr û qanûnên sîstema semiyotîkê bû. Ew li ser
bikaranîna wan ya taybet an pratîkên wî nedisekinîn. Mesela ji bo vê jî Saussure dibêje; dema li
ser zimanek hate xebitîn, bi taybetî zimanekê biyanî, divê li ser ziman(langue) were xebitîn ne
ku li ser gotinê (parole). Yanê, strûktûra bingehîn ya zimên wê ji jiberkirina gotinên bikarêrên
wê zimanê kêrtir werê (Chandler, Sign). Yanê, Saussureê ku armanca wî ya bingehîn ew e ku
pergalek bîne ji bo peyvên ku ziman pêk anîne, li gor wî qabîliyeta xeberdanê ancax bi
destxistina qabiliyeta struktura wê zimanê ve dikare were destxistin û tişta ku fêmkirinê pêkan
dike jî ev strûktûra zimên bi xwe ye (Bircan, 2015: 46)
Nêrîna senkronîk wexta ziman dinirxîne dîroka wê naxe nav hesêp. Senkronîk; eslê
xwe peyveke Yewnanî ye û ji “bi” û “wext”ê pêk tê. Her çiqas ziman di wextên cuda de xwediyê
halên cuda be jî, zimanzanên Senkronîk dixwazin ziman di wexteke spesîfîk de terîf bikin.
Pirtûkên rêzimanan yên dibistanan mînakên baş in ji bo vê. Lê diakronîk zimên bi dîroka wî ve
dinirxîne. Zimanê Girekî de ji peyva “through” û “wext”ê pêk tê. Zimanzaniya dîrokî ji bo vê
xebateke tîpîk e.
Li gor nêrîna Saussure, divê xebatên zimên bi sîstemeke diakronîk wêdatir bi sîstemeke
senkronîk ve were xebitîn (wek fotografan).
Di dawiya salên 1920an de, Valentin Volosinov û Mikhail Bakhtîn nêrîna senkronîk û
têkiliya navxweyî ya sîstema zimên yên Saussure rexne kirine. Nêrîna Saussure ya ku
ziman(langue) ji gotinê (parole) pêşdetir dibîne ji hêla Volosov ve hatiye nirxandin û ji bo vê ew
dibêje: “Nîşanek peçeyek têkiliyên civatê yên navxwe û organîzekirî ye û di derveyê vê
organîzasyonê de nikare were fikirîn. Eger werê fikirîn wê bibe tişteke sûnî. Meneya nîşanekek
di têkiliya wî ya bi nîşanekên din yên di wê sîstemê de nîne lê di nav conteksteke civakî de ye ku
ew di wê de tê bikaranîn.” Dîsa fikra Saussure ya derbarê paşgohxistina dîrokîtiyê jî tê
rexnekirin. Ji bo vê jî rexneya herî zêde ji ekola Pragê hatiye ku Roman Jakobson û Yuri
8 of 18
Tynyanov ji bo vê meselê di sala 1927an de dibêjin; “Di roja îro de, senkronîzm îluzyonek e.
Hemû sîstemên senkronîk xwediyê rabirdû û dahatûyek in ku ew elementên strûktûral yên wê
sîstemê ne ku ji wê sîstemê nikarin werên veqetîn.
2- Charles Sanders Peirce
Wexta Saussure xebatên xwe yên li ser semiyolojiyê li Ewrupayê berdewam dikir, aliyê
din yê atlantîkê Charles Sanders Peîre jî modela xwe ya nîşanekan pêş dixist. Modela Saussure
ya nîşanekan diyatîk bû lê ya Peirce triadik bû. Li gor modela wî:
Representament: forma ku nîşanek distîne (ne hewceye materyal be.)
Interpretant: ne şîrovekarek lê hîsa ku ji hêla nîşanekê ve çê dibe.
Object: tişta ku nîşanek refere dikê.
Nîşanek tiştek e ku ji kesekî re ji bo tiştekî di hin nêrîn û kapasîteyan de tê xwîyanê. (A
sign… is something which stands to somebody for something in some respect or capacity).
Têkiliya di navbera representament, object û interpretant re Peirce dibêje “semiosis”. Di modela
nîşanekan ya Peirce de, “bisekine” ya (stop) îşiqên trafîkê di hundirê xwe dê van sê têgehan bi vê
awayî dihewîne; rûbirûmayîna îşiqa sor ya di xaçerêyê de (representamen), sekinîna wesayitan
(object) û fikara ku divê tu di vê îşiqê de bisekinî jî (interpretant) e. Di modela Sausure de,
terma ku cihê objectê dagrê nîne lê nîşandêr dişibe representamen û nîşanbar jî dişibe
interpretant (Chandler, 1997).
Li gor Peirce, şîroveyek dikare careke din dîsa were şîrovekirin. Bi vê ve jî nîşanbarek
dikare rola nîşandêrek bistîne û ev tişt dikare heta heta berdewam be. Ev tişt dişibe wê tiştê;
dema em ji ferhengekî mena peyvek mêze dikin, di nav wê peyvê de em dikarin mena wan
peyvan jî binêrin ku wê peyva ewil dide nasîn û vê tiştê em dîsa dikarin dubare bikin û ev heta
heta dikare biçe. Eco ji bo vê yekê dibêje “semiosisa bêdawî” (unlimited semiosis). Ev tişt dibe
ku bişibe terma Saussure ya bi navê qiymetê (value) ku dihat menaya têkiliya di navbera
nîşanekan de. Lê ev tişt ji wê jî wêdetir e.
9 of 18
Her wekî me li jor jî behs kiribû Saussure digot divê xebatên strûktûra ziman bi
awayekî senkronîk were kirin. Lê Peirce digot divê van xebatan dîakronîk were kirin. Pey
Peirce ev model di salên 1920î de ji hêla Mikhaîl Bakhtin ve pirtir hatiye pêşxistin.
Varîantên termên Peirce gelek in. Yek ji wan ya bi nav û
deng sêgoşeya semîyotîk (semiotic triangle) e. Termên vê sêgoşeyê
ev in: sign vehicle, forma nîşanekê; sense; hîssa ku nîşanek wê çê
dike; û referant jî, tişta ku nîşanek ji bo wê heye. Xeta şikestî ya di
binî de jî tê wê wateyê ku tu pêdiviyeke dîrect ya têkiliya navbera
sign vechile û referentê tine (Chandler, 1997).
Nîşanekên Sembolîk, Îkonîk û Îndexîcal
Sembol/Sembolîk: Di vê cure nîşanekê de,
nîşandêr naşibe nîşanbar û têkiliya wan nasthatî û adetî
(conventional) e. Mînak; bi awayek gelemperî ziman (peyv,
freyz, hevok), numare, îşiqên tirafîkê, alayên neteweyî…
Icon/Iconîk: Di vê nîşanekê de nîşandêr dişibe
nîşanbar an jî îmîtasyona wê ye (ji hêla deng, hîs, tam an
bêhnê ve wek hev in). Mesela, portre, metafor, skeyl
model…
Indeks/Indeksîkal: Di vê nîşanekê de, têkiliya di
navbera nîşandêr û nîşanbar ne rasthatî ye lê têkiliyeke
dîrekt bi hin awayan heye (fîzîkî an sebebî). Çavdêriya vê
têkiliyê dikare bê kirin. Wek, nîşanekên xwezayî (duxan, şopa lingan, bêhnên ne sentetîk),
semptomên medîkal (êş), amûrên pîvanê (saet, termometre), sînyal (lêdana derî an telefonê),
qeyît (fotograf, fîlm, qeyda dengan)… Bê ku em bizanibin gelo ka nîşanek di nav kêjan konteksê
de ji hêla bikarêrê wê ve hatiye bikaranîn, em nikarin bêjin ka ev nîşanek nîşanekeke sembolîk,
îkonîk an jî îndeksîk e.
Di çarçoveya van her sê modên nîşanekê yên Peirce de, muhtemel e ku guherîneke
dîrokî ji modek ber bi modeke din ve werê meydanê. Wek mînak ev tabloya ber ya ku pêşketina
10 of 18
alfabeya mezopotamyayê em dikarin mînak bidin. Ji nîşanekên îkonîk ber bi yên sembolîk
qulubîne. Jixwe Peirce nîşanekên îkonîk wek nîşanekên herî prîmatîv dibine (Chandler, 1997).
Tokens û Type
Cudahiyeke din ya di navbera sign vehicle û consepta zimanî jî “tokens” û “types”e ku
ji hêla Peirce ve hatiye pêşxistin. Token kategoriya gelemper ya zimên e lê types mînaka taybet a
sîstema zimên e. Dişibe ziman (langue) û gotina (parole) Saussure. Li gor Peirce, ziman girêdayî
van herdu têgehan e. Di vê çarçovê de Eco sê cure sign vehicle lîste dike;
- Nîşanekên tokenên wan wek typesên wan nin (peyvên çapkirî, erebeyên bi temamî
wek hev…).
- Nîşanekên ku her çiqas tokenên wan yek bin jî typesên wan xwediyê hin taybetiyên
tekane ne (peyvên ku ji hêla kesekê ve tê gotin an nivîseke ji hêla kesekî ve tê nivîsîn…).
- Nîşanekên ku tokenên wan û typesên wan nasraw (identical) in. (resmên tekane
yên orîjînal wek Mona Lîsa) (Chandler, 1997).
Wekhevî û Cudahiyên di navbera Metoda Analîza Semiyotîkê û Metoda Analîza
Naverokî
Semiyotîk her wekî me got di zimanzaniyê de li ser tekstan jî dixebite û di analîza wan
de hin metod hatiye pêşxistin. Ji bilî metoda analîzê ya semiyotikê gelek metodên analîzê yên
tekstan hene wek retorîkal analîz, analîza vegotinî (discourse analysis) û analîza naverokî
(content analysis). Di qada xebatên mediya û komunîkasyonê de raqîbê metoda analîza
semiyotîkê ya herî girîng metoda analîza naverokî ye. Bi berawirdkirina van metodên analîzê ve
em ê bikaribin hinek metoda analîza semiyotîkê fêm bikin.
Metoda analîza semiyotîkê zêdetir niha bi xebatên çandî ve eleqedar in lê analîza
naverokî bi lêkolînên zanistên civakî re eleqedar e. Analîza naverokî nêrîneke çendînî ve analîza
naveroka tekstên medyayê dike, le semiyotîk tekstên medyayê wek strûktûreke giştî analîz dike.
Semiyotîk kêm caran analîzên çendinî dike û piranî nêrînên wiha red dike. Lewra, tişteke ku di
tekstekê de gelek caran were dubarekirin nayê wê wateyê ku ew tişt watebar(significant) e.
Semiyotîkên Structuralîst pirtir li ser têkiliyên elementan ên bi hev re disekinin. Semiyotîkên
cikakî jî eleqeya xwe didin giringiya wê watebariyê(significance) ku xwîner di tekstekê de
îltahaqê nîşanekan dikin. Lê, li aliyê din de, analîza naverokî li ser naveroka teqes hûr dibe û di
11 of 18
wê meylê de ye ku naveroka teqes wateya tekane û teqes dide. Xebatên semiyotîk li ser sîstema
qanûnan disekine yên ku “vegotinê” (discourse) bi rê ve dibin. Em dikarin bêjin ku hin lêkolîner
jî analîza semiyotîk û analîza naverokî combîne kirine.
Semiyotîka Edebî
Semiyotîk li gor Saussure di nav xwe de gelek zanistan dihewand û yek ji wan jî
zimanzanî bû. Lê hin zanyarên din semîyotîkê wek beşek zimanzaniyê terîf dikirin û ji bo vê jî
qanita wan ew bû ku digotin semiyotîk rê û rêbazên zimanzaniyê bikar tîne. Teoriya edebiyatê ji
semiyotîkê sûd wergirtiye. Lewra, armancek teoriya edebiyatê îşrovekirina metnan e. Metn ji
nîşanek û amejeyan pêk tê û dema armanc peydakirina rêzeya amajeyan be, amajenasî
(semiyolojî) dibe stratejiyeke berfireh a vegêranê, dibe rexne û rêbaza şîroveyê. (Alan, 2015,
r.184). Di semiyotîka edebî de kesên bi nav û deng; Greimas, Eco, Barthes, Riffaterre û Lotman
in.
Sîstematîka Greimas ya semiyotîkê hewildanek e ku dixwaze bi awayekê berfireh
meneya metnên edebî û yên ne edebî derxe meydanê. Dîsa, ew bi fikreke têgehî (kavramsal) ve
metnan nirxandiye. Vê aliyê wî, wî ji Jakopson û Barthes cuda dikir. Lewra, Jakopson û Barthes
li ser karakterîstîkên diyar yên metnê an jî edebîtiya metnê disekinîn lê ew li ser diyarbûna
meneya metnê disekinî. Yanî li gor wî meriv dikare wateya metneke edebî bi zelaliyeke azamî
nîşan bide. Analîza semiyotîk divê avabûna wateyî (semantîk) û vegêranî (narratolojik/tahkiyevî)
ya metnan derxe meydanê. Greimas ji bo binyadên wateyî jî têgehîn wekî binyada kûr û îzotopî
bikar anîne. Îzotopî, li ser zemîna îfade û naverokê hebûna zemînên fonetîk û semantîk e. Bi
taybetî, di navbera daneyên fonetîk û semantîk yên metnê de pey lihevkirinek ketiye. Mesela ji
bo vê, soneteke Shakespeare mînak dide;
When fory winters shall besiege thy brow
And dig deep trenches in thy beauty’s field1
Di vê perçê de alîterasyona fonetîk ya “besiege” û “brow” bi naverokê re eleqedar e; ji
aliyê din de, alîterasyona “dig” û “deep” jî wek dengê kolandinê dikare were fêmkirin. (Ozsari,)
Ji ber vê tê gotin ku ew îzotopiyên ku di asta fonetîk û semantîkê de di gava pêşîn de dubare ne,
1
Wexta zivistana çilemîn li rûyê te dagir kir
Di milkê rindiyê de wê çalên kûr werên vedan
12 of 18
heya dereceyekê xwe bi dubareyan nîşan didin. Li gor Greimas dubare hem homojeniya metnê
dabîn dikin û hem jî alîkariya hevgiriya wê dikin. (Alan, r.184)
Di mijara şîrovekirina edebî de zanyarekî din yê bi nav û deng jî Eco ye. Fikrên wî yên
derbarê şîroveya metnan de di nav du kategoriyan de tê sinifandin; xebatên wî pêşîn û paşîn. Eco
di xebatên xwe yên pêşîn de di wê baweriyê de ye ku metnên edebî dikarin cuda cuda bên
şîrovekirin û îhtîmalên ku rê li ber van şîroveyan vedikin gelek in. Berhemên hunerî, tesnîfkirin
û îzehkirineke tam û temambûyî li ciyekî, daîm vedibe û fireh dibe, di gelek rehendan de kêşeyên
nû tîne mezatê. Ew, rewşeke “vekirî”ye, hereket dike, çêbûna wê didome. (Alan; r. 185, Eco;
r.37). Di fikrên wê yên paşîn de pêşî li şîroveyên bê sînor digrê. Herçiqas metnek cesareta
şîroveyên teqes bide jî, Eco dibêje, divê hevgirtîtiya navxweyî ya metnê were kontrol kirin; yan
na şîrove wê bibe şîroveya bizorê ya xwîner (Ozsari,). Teoriya Eco ya ku şîroveyên xwe ji
işaretên metnê werdigire li ser vê bingehê ye: Di nav sedaqata binyada peyamê û serbestiya
şîroveyê de diyalektîkek heye. Metin ne wekî dinyaya şîrovekaran serdema navîn yek wateyî ye û
ne jî wekî dinyaya şîrovekarên dewra modern bêşikl e. Vekirîbûna metnê, dibe sebebê
muphemiyê ku metin hem ji şîroveyên wêrek re derî veke û hem jî pêşiya hinek şîroveyan bigre.
Wekî din cardin jî di nav pratîka şîroveyan de , ji duh bigre heya îro, helwesteke ku metnan “bi
kar bîne”heye. Ev helwest ji işaretên metnê hereket nake, niyeta xwe li metnê bar dike, wê
“diemilîne”. (Alan, 2015:185; Eco, 2008:79)
Roland Barthes yek semiyotikwan e ku di warê semiyotika edebî de ciheke xwe yê
taybet heye. Barthes “semiyotîka xwe wek ‘dahunanîna’ zimanzaniyê îfade dike, bi awayek din
ew wiha dibîje semiyotîk lêkolîna wan meneyan e ku ew ji hêla zimanzanan ve lewra meneya
wan ne saf e ew hatine avêtin û li ser wan nehatiye sekinîn” (Bircan, 2015: 19-20). Ew di serî de
fikra Saussure berevajî kir û got zimanzanî ne beşeke semiyotîkê ye lê semiyotîk beşeke
zimanzaniyê ye. Ji ber ku her rêjeya amajeyên ku însan ji wan sûd werdigrin, bi riya ziman û
piştgiriya ziman dibin realîteyek (Alan, 2015: 186, Barthes, 32-33-34). Barthes di berhema xwe
ya bi navê Gostergebîlîm îlkelerî de hin zagon danîne û li gor wî armanca van zagonên
semîyotîkê “bi zimanzaniyê ve derxistina têgehên çareseriyê” ye. (Bircan, 2015: 19). Ji bilî vê
meselê Barthes di mijara nîşandêr û nîşanbar de jî hin nêrînên cuda tîne. Li gor wî, têgeha
nîşandêr ji rûyê fonetîk ê nîşanekê watedartir e. Barthes nîşanbarê zimanzaniyê wek “zêr”a
ekonomiyê rawe kiriye. Çawa “zêr” bingeha qiymetên ekonomîk ava dike, her wiha nîşandêr jî tê
wateya formekê ku maneyên zimanzanî tesîs dike.
13 of 18
Barthes “kendi göstergebilimini dilbilimin ‘çözülmesi’ ya da, daha açık bir şekilde,
bilimsel bir dilbilim tarafından saf olmadığı gerekçesiyle bir kenara atılmış anlamlamanın tüm
yönlerinin incelenmesi olarak betimler” (Culler, 2008: 81).
14 of 18
ÇAVKANÎ
Chandler, D. (1997), Semiyotic for Beginners, Dîroka Gihîştinê: 01.03.2016.
http://visual-memory.co.uk/daniel/Documents/S4B/
Ferdinand de Saussure, Course in General Linguistics, McGraw Hill Book Company,
Translated by Wade Baskin. (http://home.wlu.edu/~levys/courses/anth252f2006/saussure.pdf)
Özsarı, M. (2007). Semiyotik Eleştiri: Greimas, Eco, Barthes. Dîroka Gihîştinê:
05.02.2016. http://www.ege-edebiyat.org/modules.php?name=News&file=article&sid=281
Alan, R. (2015). Destpêk ji bo Zanista Edebiyata Modern, Stenbol: Weşanên Pêywend.
Bircan, U. (2015). Saussure’de Dil, Dilbilim ve Göstergebilim. Sbard, j. 25.
Bircan, U. (2015). Ronald Barthes ve Göstergebilim. Sbard, j.26.
Eco, U. (2008). Yorum ve Aşırı Yorum. İstanbul: Can Sanat Yayınları.
15 of 18
FERHENGOK
Kurdî Tirkî Îngilizî Rave
Diyakironîk Diakronik Dyacronic Nirxandina zimên bi dîroka wî ve
Edet Adet Convention Tiştên ku di nav demê de pêk tên
û êdî di nav her hesî de belav
dibin.
Edetî Adet olarak conventional nîşanek wexta çê dibin girêdayî
civat û çandê ne û ev jî taybetiya
nîşanekan ya adetî derdixe
meyadanê
Gotin Söz Parole (speech) bikaranîn qanûn û edetan e
Îcon İcon Icon Cureyek ji cureyên nîşanekan e.
Di vê nîşanekê de nîşandêr dişibe
nîşanbar an jî îmîtasyona wê ye.
Îndeks İndeks Index Cureyek ji cureyên nîşanekan e. :
Di vê nîşanekê de, têkiliya di
navbera nîşandêr û nîşanbar ne
rasthatî ye lê têkiliyeke dîrekt bi
hin awayan heye (fîzîkî an sebebî)
Interpretant İnterpretant Interpretant ne şîrovekarek lê hîsa ku ji hêla
nîşanekê ve çê dibe
Mene Anlam Signification Têkiliya di navbera nîşandêr û
nîşanbar de ye.
Negatîvîtî Negatiflik negativity di çarçoveya opposîtîona dualî de,
16 of 18
konsept ne ku bi awayekî pozîtîvî
lê bi awayek negatîv tê terîfkirin
Nîşanbar Gösterilen Signified Fikra razber ya nîşanekê ye.
Nîşandêr Gösteren Signifier Ew form e ku nîşanek distîne.
Nîşanek Gösterge Sign Tiştek ku ji bo hebûnek heye,
îşaret; ew giştî ye ku ji nîşandêr û
nîşanbar pêk tê.
Object Nesne Object tişta ku nîşanek refere dikê
Qiymet Kıymet Value têkiliya nîşanekê bi nîşanekên din
yên wê sîstemê re
Rasthatîtî Rasgelelik Arbitrariness Tu têkiliyeke mecbûrî, bingehîn,
dîrekt û mîsoger di navbera
nîşandêr û nîşanbar de nîne
Representament Representament Representament forma ku nîşanek distîne (ne
hewceye materyal be.)
Semantîk Anlam Bilimi Semantic Zanista li ser wate dixebite.
Sembol Sembol Symbol Cureyek ji cureyên nîşanekan e.
Di vê cureê de, nîşandêr naşibe
nîşanbar û têkiliya wan rasthatî û
adetî (conventional) e
semiosis semiosis semiosis Têkiliya di navbera
representament, object û
interpretant
Semiyolojî Semiyoloji Semiyology Ew zanist e ku wek perçeyek
17 of 18
jiyana civakî li ser rola nîşanekan
dixebite
Semiyotîk Semiyotik Semiotic Zanista li ser nîşanekan radiweste.
Senkronîk Senkronik synkronic Terîfkirina ziman di wexteke
spesîfîk de
Sentaktîk Sözdizim bilimi Sentactic Zanista li ser rêza hevokan
disekine.
Token Token Token kategoriya gelemper ya zimên e.
Types Types Types mînaka taybet a sîstema zimên e.
Ziman Dil Langue sîstema qanûn û edetan
Zimanzanî Dilbilimi Linguistic Zanista li ser ziman dixebite.
18 of 18