www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
25.11.2004 - 23:13 [ 3489 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Helbestvan û derhênera kurd Şîrîn Cîhanî:
Bila em semaya evînê bikin!


Mihemed Eren - Amed


Şîrîn Cîhanî
Ji kerama xwe re, tu dikarî xwe bi kurtî bidî naskirin?
Ez di sala 1980ê de li bajarê Mehabad li Kurdistana Îranê ji dayîk bûme. Di sala 1997ê de, ez bûm endama Komeleya Nivîskarên Mehabadê.
Di sala 2002ê de jî, min pirtûka xwe ya yekemîn a helbestan a bi navê "Sema di nav air de" çap kir. Herweha kar û barê sînemayê û derhêneriyê jî dikim. Filmê min ê yekem ê bi navê "Tarmayî" (Bayê Beyanî)" li gelek ciyan li ser sehnê hatiye leyistin. Paşê, ev film beşdarî Festîvala Filmên Sînemayê ya Londonê bû. Nuha jî karê xwe yê nivîsandinê û sînemayê dewam dikim.

Tu ji kînga ve helbestan dinivîsî?
Ji dema ku min pêwîstiya xwe li ber jiyanê, keleme û êşên jiyanê daye pêş, min dest bi nivîsandina helbestan kir. Her ji wê çaxê ve min zanîbû ku di civaka Cîhana Sêyemîn de mirov dixwazin hebûna xwe nîşan bidin. Mixabin kole û bindest komek problemên serekî yên jiyanê ne û di vê civakê de jiyana kurdî rû bi rûyê komek êş û bê gunehî dibe. Di demeke weha de, min dest avêt qelemê û ji bo mirovan, welat û cîhanê re pêwîstî û nihêrîna xwe pêşkêş kir.

Ez bawer im, cara yekemîn e ku helbestên te bi navê pirtûka "Sema di Nav Agir de" hatine çapkirin. Çîroka vî navî çi ye?
Ez dikarim bibêjim ku hemû mirovên li ser rûyê vê cîhanê ji bo maneya jiyanê her dem semayê (dîlanê) dikin. Em her di livînê de ne. Em dixwazin baştir û xweştirîn berhemên xwe nîşanî xelkê bidin. Êdî çi rast be, çi ne rast be, em semayê û çîndîkanê li pêşiya bûka jiyanê dikin. Belê, ev yek di nav cihanê de, zû yan dereng, wê çirçûska agirê wê me bişewitîne û me bike rejû( arî).

Naveroka helbestên te zêdetir li ser çi ye?
Helbest ji sê beşan pêk tê. Lê her beş ji aliyê naveroka xwe û gotina jiyanê ve gelek ji hev dûr nîn in. Eksê wê nêzî hev in. Beşê yekem bi navê "Tabloya jiyanê" ye û bêtir li ser evînê ye. Yê duyemîn jî bi navê "Demsala Bê Baran" e; ev jî li ser dîrok û cihanê ye, bi taybetî jî li ser dîrok û serpêhatiyên gelê kurd e. Wek nimûne Helebçe, Şehîdên Çarçira û Çarenivîsa Kurd e.
Beşê sêyemîn jî bi navê "Dawelî (Teyr) Gerdûn e" û li ser bêmîhrevaniya cîhanê û li ser lîstikên cîhanê ye, ku bi mirovan tê kirin.
Bi hebûna wan, hemû cudahiyên di navbera mirovan de, ku heta piştî mirinê jî, gora mirovekî hejar û belengaz û yê dewlemend ne wek hev in. Di navbera wan de gelek ferq heye.

Di lêkirina helbestan de, tu bêtir di bin tesîra kîjan şaîrî de mayî?
Ji nav helbestvanên kurd, ku Xwedê rehma xwe li wan bike, ku nuha najîn, ez bêtir di bin bandora şaîr Jîla Huseyîn û Marûf Aqayî de mam. Ew derûn û nefsa min hêsantir dikin, bandorê li ser min çêdikin û hişt ku bi nivîsandinê rabim. Ji helbestvanên biyanî jî, helbestên Marîna Tesowa Taywa bi dilên min bûn, ku gelek bi sadeyî ji wêneyên ciwan tije ne.
Belê ez dikarim bibêjim ku bandora herî mezin ku li min bûye û hiştiye binivîsim, rewş û pergala Kurd û ya welatê min bûye. Herweha jî bandora newekheviyê û cudahiya di navbera çîn û regezên li ser sînorên mirovahiyê de.

Wek jineke kurd, bi taybetî jî li bajarekî Kurdistana Îranê astengiyên ku di warên nivîs û nivîskariyê de ku dertîne pêşiya we, çi ne?
Xuya ye ku di welatên Cîhana Sêyem de komek problêm hene, ku dikevin pêşiya wan kesên ku di warê hunerî û rewşenbîrî de kar dikin.
Ji bo kesên kurd jî pirsgirêk dubarekirî tê. Lê ji bo jina kurd ev yek sêbare ye. Dema ku nivîsandin hat sînorkirin û banek ji pênûsê re hat çêkirin, ew nivîsîn temam nîne; di bin gelek tesîran de dihêlin. Nivîskar jî nivîsên xwe bi hêsanî nikare lêke û xwendekar jî nikare ji nivîseke wisa zanînê werbigire.

Di welatekî wek Îranê de, ku di warê azadiya ragihandinê de û piştî lêkolîna li ser vê babetê, wek welatekî herî xerab hatiye naskirin, heta bi pênûsên nivîskarên faris û tirk, ku desthilatdar in, wisa ne, êdî em çi hêviyê ji nivîskarên kurd bikin ku di bin destên Tirk û Farisan de ne? Gelo ev nivîsandinan sedî sed ji bîr û baweriya nivîskaran derdikeve? Yan bi komekî faktor û perdeyên tirsê û sansorê tên dapoşîn?
Ez dixwazim li vir pirseke taybetî bipirsim: Gelo li seranserî Kurdistana Îranê, bi taybetî jî li bajarê Mehabadê, rewşa wêjeya kurdî çewa ye?

Ez dikarim bi serbilindî bibêjim ku di warê edebiyat û rewşenbîriyê de xelq pêş ve diçin, tevî ku hinek kelem dikevin ber piyên mirovên kurd, di hemû warî de û bi taybetî di warê hunerî û rewşenbîrî de. Lê belê sewiya têgihiştina xelkê roj bi roj zêdetir dibe bi pirbûna gihanek û alavên pêwendî û ragihandinê, wek internet û hwd. Xelk agahdariya wan ji rewşa siyasî, aborî û yên din heye û pirsên rojane û yên xwe dizanin.
Nivîskar gelek çûbûne. Nivîsîn û xwendin jî gelekî pê şve çûye. Herweha ramanên felsefî derdikevin û ev yek di nivîsandinên nû de diyar dibin.

Tu dikarî hinekî behsa karê xwe yê ji nuha bi şûn de bikî?
Karê min du beş in, yek sînema ye, yê din jî nivîskarî ango helbestvanî ye. Ez vê carê tenê li ser helbestê dipeyivîm. Tenê wisa dibêjim ku helbest di nav jiyana zindî de pêşeroja min e. Heger temenê min rê bide, ezê pirtûka xwe ya duyemîn a bi navê "Berztirîn Tenyayî", ku hê li bin destê min e, piştî serastkirinekê dixwazim ji bo xwendevanan çap bikim û têxim xizmeta xwendevanan.

Wek gotina dawî tu dikarî çi bêjî?
Heta nuha, bi yekcarî ku di nav jiyanê de şewitîne û me dike rejû, bila em semayê bikin. Bila em semaya evînê bikin. Bila em ji bilî pelîkana (perperik) sipiya welatên mirovayetiyê semayê bikin. Bila em semayê bikin û li ser rûyê pêlan başiyê bibînin û li ser baskê bahêsayiyê bibînin. Bila em semayê bikin, semaya di nav agir de.


----------------------
Ev hevpeyvîn ji "peyamner.com" hatiye wergirtin û amadekirin.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000