6'ê adarê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
<< Adar 2012 >>
Du Ça În Şe Ye
1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31
Rojên salê

Naverok

[biguherîne] Bûyer

[biguherîne] Kurdistan

  • 1921 - Li hemberî Serhildana Koçgiriyê artêşa tirk dest bi tevgera leşkerî kir.
  • 1975 - Li Cezayîrê, li ser navê rejîma Îraqê Saddam Hûsên û li ser navê Îranê Şah Riza Pehlewî, piştî guftugoyekê peymanek mohr kirin. Li gorî peymanê;
    • - Wê her du alî, sînorên xwe li hemberî kesên bi ziyan (yanî li hemberî Kurdan) asê bikin.
    • - Wê sînor ji nû ve werin diyarkirin û pirsgirêka rêya ser ava Şetê, were çareserkirin.
    • Piştî vê peymanê, hukumeta Îranê berê xwe ji Kurdan zîvirand. Rejîma Îraqê, muhdetek kin da Kurdan da ku xwe pispêrin wan. Di 22 adarê de koçber Kurdan, ji ** Başûrê welêt dest pê kir û bi deh hezaran Kurd, li welatê xwe û li deverên din bûne mihacir.
  • 1949 - Li bajarê kurdan Elezîzê erdhej çêbû.
  • 1987 - Tirkiyeyê baregehên PKK'ê yên li Başûrê Kurdistanê bombebarankirin. Li hemberî vê Îran û Lîbyayê nerazîbûn nîşan dan.
  • 1994 - Li navçeya Êlih, Kercosê Mehmet Emîn Bîrlîk di encama êrîşeke çekdarî de jiyan xwe ji dest da.

[biguherîne] Cîhan

  • 1902 - Real Madrid hate damezrandin.
  • 1925 - Li Tirkiyeyê ku di cîhanê yek ji welatên herî zêde rojnameyan digire ye, bi biryara lijneya wezîran a tirk li Stenbolê 4 rojname hatin girtin. Piştî 3 rojên din du rojnamayên din hatin girtin. Rojnameyên hatine girtin ev in; Tevhid-i Efkar, İstiklal, Son Telgraf, Aydınlık, Sebilülreşat û Orak Çekiç
  • 1957 - Yek ji welatên parzemîna Afrîkayê, Ganayê serxwebûna xwe îlan kir. Ew di nav welatên Afrîkayê de ya yekemîn bû ku serxwebûna xwe îlan kir.
  • 1965 - Mîtînga ku karkerên di kargeha titûnê de dixebitîn, di pêşengiya Partiya Karker a Tirkiyeyê de pêkanî, rastî êrîşeke tund hat.
  • 1983 - Li Almanyaya Rojava, partiya Helmut Kohl, CDU, hilbijartin qezenç kir.
  • 1987 - Li Belçîkayê ferîbotek noqav bû. Di encamê de 200 kes mirin.
  • 1995 - Di navbêra Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de "Peymana Yekîtiya Gûmrûkê" hate mohrkirin.
  • 2007 - Li Endonezyayê erdhejeke bi mezinahiya 6,3 a li gorî pîvana Richterê qewimî. Di encamê de herî kêm 70 kes mirin û bi sedan kes brîndar bûn.

[biguherîne] Zayîn

[biguherîne] Mirin

[biguherîne] Cejn û salveger


Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din