Serbestî, mafê herî bingehîn ê mirovî ye, lê kurd jê bêpar e.


[ Bersivek Binivîse | Yanıt Yazınız ]  [ Forum ]  [ Nivîsên Nuh | Yeni Yazılar ]

SERINCDANEK LI NAVÊ ROBOZIKÊ

Nivîsevan / Yazan: Goran Candan  
Demjmêr / Tarih: 03.01.2014  17:30:38

SERINCDANEK LI NAVÊ ROBOZIKÊ




Roja 28ê Çileya Yekem ku dewleta tirk 35 xortên çeleng ên gundê Robozikê yê ser bi Qilaban (Uludere) bi bombeyên firokeyê kuþt, navê vî gundî hingê li çarmedorên Kurdistanê belav bû. Paþê jî ev nav bi riya rojnamevanên tirk, yan kurdên tirkîaxêv (turkofon), bi xeletî hat nivîsîn û lêvkirin.

Lê belê li gor gundiyên ku li ser vê bûyerê bi wan re hevpeyvîn hatiye kirin (biner: Milliyet 12.01.2012), navê vî gundî, wek ta nuha tê gotin ne 'roboskî', lê belê wek Robozik bi lêv dikin, dibêjin. Van gundiyên ku bi wan re hevpeyvîn hatiye kirin, dibêjin: 'Robozik', ne "roboskî".

Li gor zanyarî û pîvana peyvsaziya kurdî jî, pir durust e ku þêweya rast a vî navî wek 'Robozik' be û ne "roboskî". Ji ber ku wateyeka (manaya) peyva 'robozik'ê di kurdî de heye, lê wateya peyva 'roboskî'yê qet nîn e.

Her wisa jî dibe ku rojnamevan, ji ber nezaniya xwe ya li warê zimanê kurdî û erdnîgariya Kurdistanê, vî navî ji devên gundiyên kurd bi xeletî bihîstibin. Gava gundî gotibin; 'navê vî gundî Robozik e', hingê rojnamevanên turkofon (tirkîaxêv) jî ev nav wek nêzîkê dengsaziya (fonetîka) tirkî wisa nivîsîne: Roboskî.

Lê belê peyva kurdî ya Robozikê peyvek e, ku pêwendiya wê jî bi serdema xorperestiyê (güneþ tapýnmasý) heye. Wek têt zanîn, bavûkalên kurdan, ku li ser Kurdistana mêjûyî dijiyan, berê xorperest bûn. Ji ber vê yekê, gelek þûnewar, bi taybetî jî, þûnewarên li herêma Botan, ku ji hêla mêjû, ziman û çanda kurdî, dilê seranserê Kurdistanê ye, þop û bermayên van peyvên ji vê serdema kevin, gelek lê hene. Wek nimûne; navên mirovan, navên þûnewarên gund û bajarokan û hwd..

Vêca li gor vê bîr û baweriyê jî ev peyva Robozikê welê divebe:

ro: tav, xor, ro'j'
boz: ronî, rengê vekirî, boz
ik: biçûkkirin (dimunitiv). Her wek navê: lawik, kurik, keçik, kêrik, darik û hwd

Wate (yanî): ro + boz + ik = ciyê roj-ronî yê biçûk. Ew ciyê biçûk ku ro/roj lê boz/ronî dike. Ciyê ronî/vekirî. Ciyê ne tarî.

Li gor vê vekirin û þirovekirinê, divê þûnewarek din, gundek din bi navê 'Roboz' jî hebe. Wate: Robozê Mazin. Ji lew re 'Robozik' biçûkê 'Robozê' ye.

Ji bo piþtrastkirina vê bîrûbaweriya (teoriya) cihderka peyva Robozikê, divê mirov here vî gundî û li derûdor û jîngeha vî gundî baþ temaþe bike û bi gelemperî binere bê ka ev gund ciyekî çend ronî (boz) ye.


Goran Candan




Tirk navê Robozikê guhertine û kirine: 'Ortasu köyü'


Bersivan / Yanıtlar :

[ Bersivek Binivîse | Yanıt Yazınız ]  [ Forum ]  [ Nivîsên Nuh | Yeni Yazılar ]


Serbesti Web / 2003 - 2013
E-mail: serbestiyakurdistan@hotmail.com