Têkilî | Derheqê me de
ANHA

ꞌEm li Hesekê şerê Hîzbûllah û Îranê dikinꞌ

HESEKÊ – Şervanên li taxa Neşwa Şerqî ya bajarê Hesekê dane zanîn ku çekdarên Hîzbûllah û Îranê li kêleka rêjîma Baas û çeteyên wê, şer dikin.RAWAN

Nûçegihanên ANHAꞌyê serdana şervanên di çeperên berxwedanê yên taxa Neşwa Şerqî ya bajarê Hesekê kirin.

Endamê hêzên asayîşê Rewan Hesekê got ku li taxa Neşwayê şer giran e û wiha axivî: ” Em şerê Hîzbullah û leşkerên Îranê (alîgirên rêjîma Baas) dikin.

Rewan wiha bang li gelê herêmê kir:” Bila gelê me bi me bawer be, emê heta dilopa xwîna xwe ya dawî şer bikin. Emê bajarê Hesekê ji rêjîma Baas û çeteyên wê rizgar bikin.”

Şervanê YPGꞌê yê ereb Cîhad Mihemed ji niştecihên taxa El-Zihûr e. Cîhad ev tişt anî ziman:” Em ji bo azadiya bajarê Hesekê şer dikin. Heta rêjîma Baas û çeteyên xwe di bajar de bin, rewşa bajar asayî nabe.”

Cîhad da zanîn ku rêjîmê taxên sivîlan topbaran kirin, malên welatiyan rûxandin û wiha dewam kir:” Çawa emê li hember van kiryarên hov ên rêjîma Baas, bêçare bimînin. Em tu carî paşve naçin. Hemû pêkhateyên bajarê Hesekê yên kurd, ereb û suryan yekdestin.”HOGIR

Endamê hêzên asayîşê Xidir Elî yê ji pêkhateya ereb da zanîn ku rêjîma Baas hewl dide tevlîheviyan di navbera pêkhateyên herêmê de derbixe û wiha dom kir:” Em li Hesekê şer dikin da em bajêr ji zulma rêjîma Baas rizgar bikin.”

Şervanê bi navê Hogir Hesekê yê ku li doçikayê şer dike rewşa şer wiha nirxand:” Em li taxa Neşwa Şerqî ne, rewşa me başe. Em pêşve diçin. Me tu qurbanî nedane. Lê bi dehan kuştiyên rêjîma Baas hene.”

(mm)

ANHA

MIMEMED xidir