Template Tools
You are here :  Главная
Todays is : Wednesday, 14 September 2016
Niviskar u zaniyare kurdi navdar Karlene Caсani cu li ser dilovaniya xwe Версия для печати Отправить на e-mail
Написал Administrator   
Wednesday, 11 April 2012

Image9-ê nîsanê sala 2012-an zanîyar û nivîskarê kurdî navdar, doktorê dîrokzanîyê, serokê para kurdzanîyê ya înstîtûta Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Ermenîstanêye zanîstîyê  Karlênê Çaçanî  di  83 salîya temenê xwe da li Yêrêvanê çû li ser dilovanîya xwe.

Karlênê Çaçanî 25-ê kanûnê sala 1929-an li gundê Cercerîsê li Ermenîstanê  ji dîya xwe bûye. Navê gûndê wan naha Dêrike. Ew gûndekî kurdên êzîdî ye li navçeya Elegezê. Karlên hema di bicûktîyê da terbîyet-torên kurdî li ber destên pîrika xwe Meyrê û kalikê xwe Çaçan distîne, yên ku baş haj nimûnên zargotina gelêrî, erf-edet û rabûn-rûniştina civaka netewî hebûn. Ew bi rûhê walatparêzîyê nebiyê xwe perwerde dikin  û nasîya wî didine cewiharên zargotina kurda. Li ser merîfeta Karlên ya efrandarîyê usan jî bavê wî Aramê Çaçan bandûra xwe dihêle, yê ku di dema xwe da gelek nimûnên zargotinê tomar kirîye û wek pirtûk çap kirîye.

Karlênê Çaçanî  sala 1948-an mekteba gundê Elegezê ya navîn kuta dike û hema wê salê jî di înstîtûta Rewanê ya dersdaramadekirinê da, li fakûltêta dirokê tê qebûlkirinê.

 

 Xwendina bilind ew sala 1952-an dest tîne û dibe dersdar. Paşê ew di para kurdî da li radyoya Yêrêvanê derbasî li ser kar dibe û demekê li wir dixebite. Di salên 1955-1961-an da ew li rojnama «Rya teze» wek serwêra para çand û wêje kar dike. Dû wêra hetanî roja dawî li para kurdzanîyê ya înstîtûta Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Ermenîstanêye zanîstîyê wek zanyar kar dikir, lê salek berê bû serokê wê beşê.

Zanyarê naskirî gelek berhem amade kirine. Ewî nêzîkî sedî gotarên zanîstîyê li ser dostanîya kurdan û ermenîyan, li ser çand û dîroka kurdan nivîsîye. Weke 15 pirtûkên efrandinên wî derketine, gelek ji wanan jî  bi zimanê rûsî û ermenî hatine weşandin.

Nivîskar ji salên 60-î destpêkirî endamê Yekîtîya rojnamevanan û Yekîtîya nivîskarên Sovîyeta berê bû. Sala 1966-an wî hildibijêrin wek sedrê koma nivîskarên kurdên Ermenîstanê û ew gelek salan wî karî dimeşîne.

Karlênê Çaçnî sala 1965-an li ser mijara dostanîya gelên ermenî û kurd di sedsalên 19-20-î da têza zanîyarî xwey dike û dibe doktorê dîrokzanîyê.

Wan salan helbestên wî di rojname, kovar û berevokên Ermenîstanê yên bi zimanê kurdî, ermenî û rûsî da çap dibin. Hizkirin û mêla helbestvan gelekî berbi zarokan hebû û lema jî berevoka helbestên xwe ya pêşin ji bo wana bi sernivîsa «Ahmedê egît» amade kiribû û li sala 1958-an li Rewanê bi zimanê kurdî çap kirîye. Afirandinên li vê berevokê cîhbûyî nêzîkî dilê zarokanin û helbestvan wana bi ruhê walathizîyê, mirovhizîyê û mêrxasîyê va terbîyet dike. Piştî du salan berevoka afirandinên Karlênê Çaçanî ya nû ji bo mezinan bi sernivîsa «Gul» ronayî dibîne. Mijara vê berevokê welatparêzî  û  aşîtîye. Paşê pirtûkên wî yên bi navê «Şêr û kew», «Dil û weten», «Baqe tav», «Zerê», «Zînê»  û yên mayîn çap dibin. Gelek helbestên wî di berevoka «Bahara teze» da (bi dehe salan li pey hev) ronayî dibînin.

Helbestên wî bi rûsî, ermenî, gurcî, erebî, almanî û bi zimanên mayîn jî hatine wergerandin. Sala 1983-an çapxana «Sovêtskîy pîsatêl» (nivîskarê Sovîyêt) li Moskvayê berevoka Karlênê Çaçanî çap kir. Xûdan berhemê navê wê danîye «Radûga»(Keskesor): bi rastî jî  helbestên vê berevokê wek keskesorê pirawazin û bi naveroka xweva jî hewaskarin.

Karlênê Çaçanî usan jî rojnamavan, zanyar û salên dirêj berpisyarê pirtûkên kurdî bû. Gelek gotarên wî yên balkêş di kovar û rojnaman da derketine. Lê berhemên wî yên zanyarîyê – «Kurdên Ermenîstana Sovîyêtê nava 40 salan da», «Ji dîroka dostanîya gelên ermenî û kurd» (herdu jî bi ermenî),  «Dostîya gelên ermenî û kurd»(bi kurdî), «Kovar û rojnamên ermenîyan li ser kurdan di salên 1850-1920-î da»(bi rûsî û ermenî) ji hêla zanyar û xwendevanva bilind hatine qîmetkirin. Karlênê Çaçanî du xebatên zanîyarî yên giranbahaye dinê jî nivîsîne: navê yekê «Mêrxasîya kurdan û ermenîyan li Dêrsimê li dijî Turkîyê»-ye, lê ya dinê awa tê navkirin: «Dîroka heleqetîyên ermenîyan û kurdan ya çandê di salêd 1950-1980-î da». Sala 2006-an navê doktor-profêsor dane wî.

Karlênê Çaçanî ji bo emekê mezin yê di warê pêşvebirina wêje û çanda  kurdên Sovîyêta berê da gelek caran hêjayî xelatên Ermenîstana Sovîyêtê yên dewletê bûye.

12-ê nîsanê sala 2012-an meytê Karlênê Çaçanî wê li Ermenîstanê li gûndê kal-bavên wî–Dêrikê bispêrin axê.

Bîranîna nivîskar û zanyarê kurdî navdar ya Karlênê Çaçanî wê li dilê wan kesan da geş bimîne, yên ku ew nas kirine, bi wîra hevaltî kirine û xebitîne.

 

 

Bila rehma Xwedê wî be! Bila serê gelê me xweş be!

 

 

 

 

Koma rewşenbîrên kurd yên Sovîyêta berê.

Rêveberîya malpera www.kurdist.ru

 

опубликовано
Добавить новыйПоискRSS
Rewi   | Super Administrator | 2012-04-13 18:12:45
Wezirê Eşo

Karlênê Çaçanî jiyaneke angor zemandirêj kir, lê mirina wî dilê me heval-hogiran êşand, ber ku wî ronakbîrê kurd bêtirî nîv sedsalê bi êginî û êntûziyastî xizmeta edebyet û çanda kurdî kir le Ermenîstanê. Wek doktorê zanînên tarîxî wî gelek xebat, lêkolînên xwe da pirsên pêwendî u girêdanên navbera gelên kurd û ermenî analîz kirin, ku bi giranî yen dostaniyê bûne.
Gotbuhuştê Karlên weke helbestvan çend pirtûkên helbest û destanan pêşkêşî xwendevanên kurd û bi tayîbetî zarokên kurd kirin. Gelek sala wî seroketî li sêksiyona nivîskarên kurd kir û bilî pirtûkên her nivîskarekî bi cudayî her usa jî antolojiyayên berhemên wan dan weşandinê. Li himber mirina Karlênê Çaçanî ew yek ji me re dibe sebir û sikan, ku ev keda wî ya nava zemanekî dirêj bona gelê xwe kirî wк jк ra bibe hкkelekо bоranоnк.
Dawiyê dixwazin bêjim: Bera sere miletê kurd , heval û hogir, qewim û pismam û neferê malbata wî xweş be.
Rewi   | Super Administrator | 2012-04-13 18:12:10
Tosn Ozmanian

Karlênê Aram Çaçanî jî ji nav me bar kir, mezinekeî me jî em hîştin û çû. Bi çûyîna mirovên usan cêrgên me sêrek dibin, xemên me mezintir dibin.
Karlênê Çaçanî seranser jîyana xwe da rojnamevanî, kurdnasî û wêjeya kurdî. Wî salen dirêj di rojnama "Rya Teze" de kar kir. Dor sî salî serokê Sêksya (liqa) nivîskare kurd bû, li Yekîtya nivîskarên Ermenistanî. Salên dirêj li başa kurdnasîyê, ya Înstîtûta Akadêmîya Ermenistanê ye Rojhilatnasîyê kar kir û van salên dawî serokê wê beşê bê. Mijara lêkolînên Karlêne sereke pismamtya gelкn kurd ы ermenо bы.
Karlên ji nivşa duemîn ya nivîskarûn kud bû, ku salên 50 emîn derketin meydana wêjeya kurdî li Yekîrtya Sovyêt. Wî bi dehan pirtûkê şiîra çap kirin, ku çendek ji wan ji bo zaroka bûn.
Karlкn hevaltо hiz dikir, hiz dikir destк alоkaryк dirкjо dost ы hevalan bike.
Bira serк malbeta wо sax be, bira serк gelк kurd sax be.
Cemale Usiv   | 46.159.223.220 | 2012-04-13 18:14:34
Cemale Usiv

RUSSIA,Novosibirsk Sêşembî, 10 Meha Çar 2012

Ez geleki ber xwe ketim bona wefatbuna zaniyar,teriqzan u pismame mini eziz Karlene Cacani. Saled direj em cinare hev bun.heleqeti,cuin-hatina malbete me li hevra hebu. Pireka Karlen-Sima Semend xanima kurmancie bu,em li para radioeye xeberdane kurdi li Erevane tevayi dixebitin,,, Dile min esiya bona ewi mere beserxwes u bi lewze sirin.Ere, mesela me dibeje, Mirine li min karkir, min ji ve dine barkir. Mixabin< heyfa caniya Karlene Cacani.

Rewi   | Super Administrator | 2012-04-13 18:15:29
Kemal Tolan

Xemgîniya mezin !
Xushk û birayên hêja,
kirasguhastina Dîrokzane, Nivîskar, Rewṣenbîr û Kurdperwerên mezin yên mîna Xwedê jê raziyê Karlênê Çaçanî, ji bo gelê Kurd û tevaya Êzdîxanê(keremkin binêrin li: http://www.youtube.com/watch?v=gO1W0LTPrYg&feature=related) xemgîniya herî mezin e.
Ji Tawisî Melek hêvîdî dikim ku rêzdar Karlênê Çaçanî li ber Mîrê mezin bûhûrî be !
Ji hemû nefêrên malbat, dost û pismamên Xwedê jê raziyê Karlênê Çaçanî ra sersaxiyê û sebrê dixwazim.
12.04.12
Только зарегистрированные пользователи могут оставлять комментарии!
Русская редакция: www.freedom-ru.net & www.joomlao.com

Copyright (C) 2007 Alain Georgette / Copyright (C) 2006 Frantisek Hliva. All rights reserved.

Последнее обновление ( Wednesday, 11 April 2012 )
 
< Пред.   След. >

Авторизация

Вход / Регистрация

Кто на сайте?

Сейчас на сайте:
Гостей - 1

Последние комментарии

Другие Статьи

                                               

Всего пользователей

101159 зарегистрированных
2 сегодня
9 на этой неделе
72 в этом месяце
новенький: tracykessler098