Têkilî | Derheqê me de

QSD`ê gaveke din nêzî Reqqayê bû, du gundên din hatin rizgarkirin

LEZGÎN

REQQA – Şervanên Xezeba Firatê li bakurê Reqqa 2 gundên din rizgar kirin û gaveke din nêzîkî Reqqayê bûn.

Pêngava Çaremîn a Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bi lez didome. Duh piştî nîvro li gundê Hemrat ê li bakur-rojhilatê Reqqayê şerê dijwar di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ de derket. Di encama şerê ku tevahiya rojê ajot de gundê Hemrat ku 5 km li bakur-rojhilatê Reqqayê dikeve ji çeteyan hate paqijkirin.

Di şer de 15 çete hatin kuştin û gurubek çeteyên ku dixwestin hawanên xwe li cihekî bilind deynin, tevî maşîneya wan hatin îmhakirin. Termê 5 çeteyên hatin kuştin ket destê şervanan.

Piştî Hemrat şervanan berê xwe dan gundê Medar. Li gund heta derengiya şevê şer bi dijwarî dewam kir û di encam de gundê Medar jî ji çeteyan hat rizgarkirin.

Hefteya dawî rewşa heyî

Pêngava Çaremîn a Xezeba Firatê ku 11`ê nîsanê destpêkiribû,  di 23`ê nîsanê de ji bo demek kurt hatibû rawestandin û di 9`ê gulanê jinûve destpêkiribû. Di hefteya dawî de ji ber pêşveçûna şervanan di nexşeya Reqqayê de guhertinên girîng çêbûn û şervanên QSD’ê gihiştin ber deriyê bajarê Reqqayê.

Rojên borî,  şervanan li bakur-rojhilatê Reqqayê kergeha pembo girtin û mesafeta navbera şervanan û bajar daket 3 kîlometreyan. Navbera gundê Hemrat û Reqqayê 5.8 km, ji gundê Xirbet Xan 8 km, ji mezraa Rafia 12 km, ji gundê Endelûs 18 km, ji gundê Safsafah a rojhilatê Tebqayê 29 km, ji gundê Cirka yê girêdayî Keramê 15 km ma ye.

DAIŞ`ê tedbîrên parastinê zêdetir dike

Her ku şervan nêzî Reqqayê dibin guhertin û zêdebûna tedbîrên parastinê yên çeteyan xwe dide der. Li gundên di nava 10 rojên dawî de hatine rizgarkirin diyar dibe ku çeteyan ji deverên berê rizgarbûne zêdetir mayin çandine.

Di encama xebatên li gundên rizgarkirî de di nava 10 rojan de 300 mayinên çeteyan hatin bêbandorkirin. Lê tê gotin ku hîn jî li gund û mezraayan, li ser riyan bi sedan mayinên çeteyan hene. Li aliyê din her ku şervan nêzîkî bajarê Reqqayê dibin tê dîtin ku çeteyên DAIŞ`ê tedbîrên xwe yên parastinê zêdetir kirine. Li hawirdora gundan ji axê çeperên mezin çêkirine, bin malan kolandine, qenal û tûnelên ku gelek deriyê xwe hene çêkirine.

(ekîp/kc)

ANHA