Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

PKK: Serhed Varto canê xwe ji dest da

Ji aliyê RÛDAW 17-7-2019
Wêneyê Serhed Varto û 4 gerîlayên PKKê ku di êrîşa balafirên Tirkiyê de hatine kuştin.
Wêneyê Serhed Varto û 4 gerîlayên PKKê ku di êrîşa balafirên Tirkiyê de hatine kuştin.

Hewlêr (Rûdaw) - PKKê bi fermî ragihand, ku Endamê Pêwendiyên Derve yê KCKê Serhed Warto Canê di encama êrîşeke Tirkiyê de bo ser baregehên wan li Qendîlê jiyana xwe ji dest daye.

 

Komîteya Piştevaniya li Malbatên Şehîdan a ser bi PKKê ve di daxuyaniyekê de ragihand, Serhed Varto (Emrullah Dursun) li “herêma Parastina Medya” tevî 4 gerîlayê din canê xwe ji dest daye.

 

Medyaya nêzîkî PKKê nasnameya 4 gerîlayên din jî aşkere kiriye û ragihandiye, “Sînanê Sor (Ali Aktaş), Navdar Singer (Mîkail Ozdemir), Serhed Şefek (Vehîp Tekîn) û Şiyar Ferşîn (Celal Ozturk) di heman êrîşê de, tevî Serhed Varto canê xwe ji dest dane.”

 

Komîteyê ragihandiye, peyamek ji malbata Serhed Varto û malbatên her 4 gerîlayên din ên PKKê re şandiye û ragihandiye, “her pênc kes di bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê de canê xwe ji dest dane.”

 

Hefteya bihorî jî berpirsekî mezin ê PKKê yê bi navê Diyar Xerîb tevî du gerîlayên din di êrîşeke esmanî ya Tirkiyê de bo ser Qendîlê canê xwe ji dest dabû.

 

KCKê roja 7ê vê mehê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihandibû ku di êrêşeke balafirên Tirkiyê de bo ser baregehên wan li Qendîlê, “Endamê Konseya Rêvebir a KCKê Diyar Xerîb Mihemed û du gerîlayên wan ên bi navên Devran û Şahîn canê xwe ji dest dane.”


Di wan demên dawiyê de êrîşên Tirkiyê bo ser binke û baregehên PKKê li Çiyayê Qendîlê zêdetir bûne.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
Nîşankirin : PKK
1117 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Ibrahîm | 2019-07-07 9:03:40 PM
ez jî bi gotina aldar xelîl re me , bila ENKSê vegere welat beşdarî proseya sîyasî bibe , em hemî kurdin xweseriya demokrat jî projeyekî ji bo me...
Aldar Xelîl: ENKS dikare beşdarî hilbijartinên Rojava bibe
| 7-7-2019 | (1)
Roj | 2019-07-05 6:56:20 PM
Îtilafa Oposizyona Sûriyê bûne çetên dewleta tirk... Ferqa wan ji DAIŞ nîne û tişta li Efrîn û Şengal çêbûye heman tişte... Ligor daxwaza dewleta...
MSDê bersiva Îtilafa Niştîmanî ya Sûriyê da
| 5-7-2019 | (1)
Swar | 2019-07-05 8:57:55 AM
Roj baş Em hinek zanyarî li ser vê malbatê dixwazin belkî em karibin alîkariya wan bikin
Xelkê Rojavayê Kurdistanê gazinan ji saziyên civaka sivîl dikin
| 5-7-2019 | (1)
Tirkmanc | 2019-07-03 3:25:41 AM
80 ji sedî ji Kurdên Tirkiyê aşiqê zimanê tirkî ne u hezdikin pê biaxivin lê çûk tim bi zimanê xwe dixavin.
| 2-7-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

ROJAVA – ‘Divê Pêşmergeyên Roj navçeya aram biparêzin’ 15-7-2019 |

ROJAVA – ‘Divê Pêşmergeyên Roj navçeya aram biparêzin’

Rêveberiya Xweser li dijî beşdariya Tirkiyê û Zêdetir
Li Colemêrgê şer derket; 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin 14-7-2019 |

Li Colemêrgê şer derket; 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Artêşa Tirkiyê: Di şer de 3 gerîlayên PKKê jî Zêdetir
ENKS bersiv da banga Aldar Xelîl: Ti mercên me bo vegerê nînin 8-7-2019 |

ENKS bersiv da banga Aldar Xelîl: Ti mercên me bo vegerê nînin

Aldar Xelîl bang li ENKSê kiribû ku ofîsên xwe li Zêdetir
0.203 seconds