Li Silêmanî Serhed Varto û hevalên wî hatin bibîranîn

Li Silêmanî merasîmek bîranînê ji bo Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya KCK’ê Serhed Varto û hevalên wî hate lidarxistin. Di merasîmê de sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna şehîd Serhed Varto hate nişandan.


Di saetên êvarê de li Ofîsa Komela Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê ya li Silêmanî, ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê ya Başûr ve merasîmek bîranînê ji bo Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya KCK’ê Serhed Varto û hevalên wî ku di 21’ê Adara îsal de di encama êrîşek hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bibûn lidarxist.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan despêkir. Piştre 5 mûm ji bo her 5 şehîdan hatin pêxistin.

Di merasîmê de sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna şehîd Sînanê Sor (Elî Aktaş) Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya KCK’ê Serhed Varto (Emrulah Dusun) Navdar Sinegir (Mikaîl Ozdemir), serhat Şafak (Vehîp Tekîn) û Şiyar Faraşîn (Celal Ozturk) hate nişandan.

Di merasîmê de Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Îbrahîm Mihemed axivî û got; “Hemû carek bi şehîdbûna serkirdeyek yanjî gerîlayek, PKK’ê têkoşîna xwe hîn zêdetir xûrkiriye. Bê guman ev şehîd û heval Helmet jî dibin hêza pêşxistina têkoşînê li dijî faşizma Tirk. Ji bona wê divê em hêjayî têkoşîna van şehîdan bin. Em soza şopandina têkoşîna wan dubare dikin.

Merasîm bi gotina  dirûşmên “Şehîd namirin, Bijî Rêber Apo” bi dawî hat.

(şk)