Li Helebceyê qedexeya derketina derve hat dirêjkirin

Li parêzgeha Helebce biryara qedexeya derketina derve ji bo 72 saetên din hat dirêjkirin.


Di çarçoveya rêgirtina li belavbûna vîrusa Koronayê de li parêzgeha Helebceyê biryara derketina derve ji bo 72 saetan hat dirêjkirin. Biryar îşev saet 00.00 dikeve meriyetê.

Her wiha ji welatiyan hat xwestin ku li gor biryaran tevbigerin.

(yş)